AMED - Li navçeya Pîranê ya Amedê dema maşîna leşkerî derbas dibû pêl li mayinê kir û teqemenî teqiya.
Li herêma Pirîjman a navçeya Pîranê ya Amedê dema maşîneya leşkerî derbas dibû teqemeniya li ser rê hatibû bi cih kirin teqiya. Di teqînê de nehat zanîn kes birîndar bûye û miriye ya na. Piştî teqînê gelek maşîneyên leşkerî sewqî herêmê hatin kirin.