Piştî bombekirinê li daristanê şewat derket

DERSIM - Li çoltara Pîlemûrê ya Dersimê di bombekirina leşkeran de li qada daristanê şewat derket. Welatiyên gund hewl didin ku şewata daristanê vemirînin.

Li navçeya Pîlemûrê ya Dersimê piştî operasyona leşkerî, li qadên daristanê şewat derket. Piştî li herêmê helikopteran qadên daristanê da ber bombeyan, di bombebaranê de şewat derket. Şewata ku di saetê serê sibê de dest pê kir, didome. Midûriyeta Daristanê ya Bajar bi hinceta "Ewlehiya wan tune" mudaxaleyî şewatê nekirin. Şewata ku bi hêza pa geş dibe, gundiyên herêmê bi derfetên xwe şewata daristanê vedimirînin. Welatî bi pêr, tirmox û daran hewl didin ku şewatê vemirînin. Lê ji ber ku şewat li qadek mezin belav bûye vemirandina agir pir zahmet dibe.

Li herêma gundê Borê jî liv û tevgera leşkerî ya duh dest pê kiribû berdewam dike. Şevê din helikopterên tîpa kobra herêm bombe dikir. Hat zanîn ku li herêma Gundê Borê liv û tevgera helikopteran û operasyona bejayî didome.