Serlêdana hevdîtina ji bo Ocalan dîsa hat redkirin

STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yên girtiyên din ên li Girava Îmraliyê tên girtin, ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozgeriyê serlêdana malbatan red kir.

Bira Mehmet Ocalan û xwişka Fatma Ocalan ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê serlêdana malbatê Ocalan red kir.

Her wiha malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysel Aktaş ku li cem Ocalan tên girtin jî bi riya parêzerên xwe serî li dozgeriyê dan, lê belê serlêdana wan jî hat redkirin.

Serdozgeriyê daxwaza malbatan bi hinceta "Sînordariyên der barê hikumxwaran" ên Qanûna Jimare 5275'an de red kir.