ŞIRNEX - Serfermandarê TSK'ê Hulusi Akara hat Şirnexê. Nehat daxuyandin ku ka ji bo çi hatiye Şirnexê û piştî serdana walîtiyê kir ji bajêr veqetiya.
Serfermandarê TSK'ê Hulusi Akar, tevî Fermandarê Hêzên Bejahiyî Çolak, Fermdarê 2'eymîn ê Artêşê Temel û Fermandarê Asayîşa Cendirmeyan a Wanê Çetîn hat Şirnexê.
Akar û yên li gel wî serdana Walî Mehmet Aktaş ku nû tayînî Şirnexê bû kirin. Piştî hevdîtina bi walî re Akar tevî kesên li gel xwe ji bajêr veqetiya.
Nehat zanîn ku ka ji bo çi Akar hatiye Şirnexê.