Her du 'Rohat' ên hatin qetilkirin di heman klîbê de ne

STENBOL - Strana ji bo rêvebirê HADEP'ê Rohat Karadenîz ê dema li Cihangîrê diçû mala xwe hat qetilkirin hat nivîsîn piştî 16 salan diyarî rojnameger Rohat Aktaş ê ku li Cizîrê hat qetilkirin hat kirin û dê klîp jê re bê çêkirin.

Rêvebirê Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) Rohat Karadenîz di sala 1995'an de dema diçû mala xwe ya li Cîhangîra Beyogluya Stenbolê hat kêrkirin û hat qetilkirin. Ji bo Karadenîzê ku nehat zanîn ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin beriya 16 salan starana "ROHAT" hatibû amadekirin. Starana ku mûzîka wê Yucel Arzel çêkirî, gotinên wê Cevat Besî û Dengbêj Xalîde nivîsandine piştî salan dê diyarî Midûrê Karê Nivîsan ê Azadiya Welat ku bi KHK'ê hat girtin Rohat Aştaş k udi jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin, hat kirin û dê klîp jê re bê çêkirin.

Starana ku beriya 16 salan ji bo Rohat Karadenîz hat nivîsîn diyarî kir Rojhat Aktaş kirin dide nîşankirin ku polîstîkayên dewlerê yên li dijî kurdana hemane û ne hatiye guhertin. Dê di klîbê de malên li Cizîrê hatine şewitandin û dîmenên Rohat aktaş jî cih bigire. Dengbêj Xalîde ku stranê dibêje û nivîsandiye diyr kir ku ji bo Yucel Arzel nas bike çûye cem wî û gotinên stranê bi hevre nivîsandine.


'DI DEMA BIHÛRÎ DE TIŞTEK NE HATIYE GUHERTIN'

Xalîde diyar kir ku Arzel muzîka stranên Xwen û Rohat daye wî û çîroka strana "Rohat" jî wiha vegot: "Rohat hevalê nêz ê Yucel bû. Rohat wê demê di rêveberiya HADEP'ê de cih digirt. Baş nayê bîra min dema Rohat ji malê derdiket an jî diçû malê hat kêrkirin û jiyana xwe ji dest da. Li ser vê Yucel, ji Rohat re mizûkekê çêdike. Piştî min û Yucel hevdu nas kir, mûzîk bi şertê 'tu dê ji mûzîkê re helbestekê binivîsî' da min. Min jî jêre got ez ê binivîsim. Em hizirîn me got gelo em dikarin ji bo rohat çi bikin. Şevekê dema ez li mal bûm gotina 'şevek ji şevan, sterkek zerî ji asîman' hat bîra min. Dema kesek dimire ji esîman stêrkek tê xwarê. Ev jî wî nûnertiya wî dike. Ew hat bîra min. Piştre me bi Cevat Besî re gotinên wê dema kir. Ji dema bihûrî heta niha di pirsgirêka kurd de tiştek ne hatiye guhertin. Me xwest em vê stranê diyarî Rohat Aktaş bikin."

Xalîde, anî ziman beriya niha wan ji stranê re klîp çênekirine û ew ê niha ji bo Rohat klîbekê çêbikin.