Parêzer: Tecrîd bêtehamuliya li hemberî mîsyona Ocalan e

STENBOL - Parêzeran anî ziman ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û ji bo tecrîdê wiha gotin: "Tecrîd, nîşana bêtehamuliya li hemberî mîsyona Ocalan, daxwazên gelê kurd, pêdiviya demokrasî û aştiyê ya vî welatî ye."

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi parêzeran re tê astengkirin. Parêzer Huseyin Bogatekin û Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Parêzer Gulseren Yoleri balê kişandin ser tecrîda li ser Ocalan û gotin ku divê demildest dawî li tecrîdê bê.

‘TENÊ HINCET GUHERÎN'

Parêzer Huseyin Bogatekin, anî ziman ku di sala 2011'an de ew bûye parêzerê Ocalan û wiha axivî: "Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve hevdîtina parêzer û muwekîlan tê astengkirin. Ji ber vê piraniya parêzeran qet Birêz Ocalan nedîtin. Nehiştin tu kes hevdîtina parêzer-muwekîl pê re çêbike. Yanî rewşeke wisa ya trajîk heye. Wek parêzerekî ku bi sedan car serlêdan kirine dibêjim. Ji sala 2011'an ve tenê peyv û hincet guherîne." Bogatekin, diyar kir ku serlêdanên niha bi hinceta OHAL'ê tên redkirin û wiha dest nîşan kir: "Berê OHAL tune bû, lê dîsa bi awayekî bê hincet dihat redkirin. Tu bingeheke vê ya qanûnî tune ye. Me ji sala 2011'an heta niha gelek caran ev yek aniye ziman. Gelek îdia avêtin holê. Me tim bersiva van îdiayan da. Ev di nezda dewletê de îdiayên cidî ne. Mînak; Wezîrekî Dadê derdikeve û dibêje heke doz tune be parêzer nikare bi hikumxwar e hevdîtinê çêbike.' Niha ew Wezîrê Dadê li ser sergoyê dîrokê ye. Her wiha Wezîrê Karên Navxweyî yê ev tişt daxuyand jî li ser sergoyê dîrokê ye. Lê em hîn jî li vir in û heman pirsgirêk hîn jî heye. Hîn jî hevdîtina me ya bi Birêz Ocalan re tê astengkirin."

‘DEWLET PÊL QANÛNÊN XWE DIKE'

Bogatekîn, anî ziman ku Tirkiye mewzûata xwe ya cezayî û qanûna parêzeriyê dieciqîne û wiha got: "Ev ji aliyê dewletê ve tê eciqandin. Bi ser de bi nivîsên fermî bersiva vê yekê dide. Ev bi tena serê xwe trajedî ye. Niha em di sala 7'emîn a vê tecrîdê de ne û êdî hatiye asteke ku nayê tehamulkirin. Jixwe divê sepandineke ku binyateke wê ya huqûqî tune ye zêde neyê ajotin û bi taybetî divê hevdîtina parêzeran û malbatê li gor qanûnan pêk bîne."

‘DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ'

Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî jî, diyar kir ku tecrîd sepandineke ku hemû hebûna mirov red û tehdîd dike. Yolerî wiha axivî: "Şert û merc çi dibe bila bibe divê dawî li tecrîdê bê. A rast bê şert û merc divê dawî lê bê. Dema ev yek bê kirin divê dawî li her cure tecrîdê bê." Yolerî, dest nîşan kir ku tecrîd ew sepandine ku destpêkê hewl dide hemû manewiyata mirovan ji holê rabike û wiha domand: "Feraseta ku sepandina tecrîdê avêt holê, bi taybetî qîma xwe bi tecrîdkirina ji civakê ya girtiyên siyasî, muxalifan neanî, xwest wan bi temamî tune bike û hebûna wan ji holê rabike. Îro sedema ewqas giranbûna tecrîda li Îmraliyê jî ev e."

‘BÊTEHAMULIYA LI HEMBERÎ MÎSYONA OCALN E'

Yolerî, dest nîşan kir ku tecrîd nîşaneya ku bêtehamuliya dewletê ye û wiha axivî: "Tecrîd, nîşana bêtehamuliya li hemberî mîsyona Ocalan, daxwazên gelê kurd, pêdiviya demokrasî û aştiyê ya vî welatî ye. Em vê yekê tenê ji bo tespîteke siyasî nabêjin. A rast tecrîda tê sepandin bi xwe karekterekî siyasî di xwe de dihebîne."

Yoleri, anî ziman ku bi taybetî jî asta wê ya li Îmraliyê tecrîdeke ku karektereke siyasî ya îktîdar û dewletê di xwe de hebandiye û wiha domand: "Ji ber vê yekê dema em dibêjin tecrîd, divê ji dêvla em di nav huqûqê de ji bo wê li cihekî bigerin, divê nêzîkatiya îktîdarê ya li hemberî muxalifan, pirsgirêkên welat bê fêmkirin. Yanî mirov dikare bibêje ku raste rast bi avaniya dewletê ve têkildar e. Çimkî, berê xwe daye mirovan, yanî êrîşeke topyekûn a li hemberî hebûna mirov e."