Bîrdoziya fermî dixwaze Cizîrê asîmle bike

ŞIRNEX - Piştî qedexeyên derketina kolanan, niha jî tê xwestin ku Cizîrê têxin nav pençikên bişavtinê yên bîrdoziya fermî.

Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku piştî qedexeyên derketina kolanan ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, niha jî tê xwestin ku wê têxin nav pençikên bişavtinê yên bîrdoziya fermî. Li kuçeyên navçeyê bi tirkî tê axaftin û bi taybetî jî bi qursên Qur'anê tê xwestin ku bajar bê tirkîkirin. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin sazî, dibistan û kreşên ku bi kurdî perwerdehî didan hatin girtin. Piştî girtina van sazî û dezgehan şaredariya qeyûm tayînî wê hatiye kirin û miftîtiya navçeyê navgînên bişavtina çandî xistine dewrê.

Li navçeyê bi destê qeyûm kreşa zarokan Nûbihara Biçûkan, dibsitanên seretayî yên Berîvan û Melayê Cizîrî ku perwerdehiya bi kurdî didan hatin girtin. Piştî ev dibistan û sazî hatin girtin qeyûm avahiyên wan radestî xebatên baskê jina ya AKP'ê û perwerdehiya olî ya Hudaparê kirin.

DIBISTAN VEGUHERANDIN QURSÊN QUR'ANÊ

Li kreşa zarokan Nûbihara Biçûkan ku berê bi kurdî perwerdehî dida zarokên temenê wan di navbera 5-7'an de, niha ji bo zarokên di heman temenî de perwerdehiya bi tirkî, erebî û qursa Qur'anê tê dayîn. Her wiha li dibistana Berîvanê ku 150 xwendekarên wê hebûn, niha ji bo zarokên temenbiçûk û jinan perwerdehiyên bi tirkî, erebî, qursa Qur'anê û perwerdehiya dirûtinê tê dayîn. Ji ber mulkiyeta wê ya şexsî ye dest nedan avahiya Dibistana Melayê Cizîrî, lê belê li avahiyeke nêzî wê Qursa Qur'anê ya Haci Mahmut Bilen hat vekirin. Her wiha kesên li qursan perwerdehiyê didin jî bi taybetî kesên nêzî Hudaparê ne. Meaşê kesên qursan didin ji budçeya Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin tê dayîn.

PERWERDEHIYA LEYLÎ XIZMETA BIŞAVTINÊ DIKE

Piştî Cizîr ji aliyê polîsan ve hat avakirin, Miftîtiya Cizîrê ji bo perwerdehiyê Qursa Qur'anê ya bi tirkî bide zarokên temenbiçûk li navçeyê 11 sazî vekirin. Tişta balê dikêşe jî ew e ku kesên li van saziyan dersê didin jî ji bajarên cuda bi awayekî dildar hatine. Li van qursên leylî ku zarokên temenên wan di navbera 6-14 salan de tên perwerdekirin, zarok dibin xerîbê çanda xwe. Ji ber zimanê dibistanê bi tirkî ye ev zarokên ku ji taxa xwe û malên xwe hatine dûrxistin bi her awayî ji xwe dûr dikevin. Zarokên ku li van qursên leylî tên perwerdekirin, hêjayî gotinê ye ku di ezmûnên ceribandiyî yên Wezareta Perwerdehiya Netewî de tim dikevin dereceyê. Li gel van saziyên taybet li mizgeftên girêdayî Serokatiya Karên Diyanetê jî havînan qursên Qur'anê tên vekirin. Zimanê qursên ku berê li mizgeftan dihatin dayîn kurdî bû.

Her wiha li bajêr Kurdî-Der ku dersê dida bi sedan qursiyerî bi KHK'ê hat girtin. Li dibistanên girêdayî wezareta Perwerdehiya Netewî jî zimanê kurdî ku wek dersa bijarte dihat hilbijartin, lê belê bi taybetî ev der ji aliyê mamosteyên girêdayî Egîtîm Bîr-Senê ve bi dersên Qur'an an jî Jiyana Pêxemberê Me re tên guherandin.

Li gel vê şaredariya ku berî qeyûm tayînî wê bê kirin li navçeyê bi kurdî xizmet dida, lê belê piştî qeyûm êdî bi tirkî dide. Bi taybetî jî zabiteyên ku li çarşiyê digerin bi tirkî diaxivin û gel bertek nîşanî vê yekê dike. Lê belê zabite jî diyar dikin ku dema ew bi kurdî biaxivin dê dawî li karê wan bê.