ENQERE - Rêxistinên ked û pîşeyî "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê nirxandin. Rêxistinan diyar kir ku ew piştevaniya çalakiyê dikin û bertek nîşanî dorpêçkirina qada çalakiyê dan.
Li Amedê li Parka Ekîn Cerenê, li gel hemû astengî û dorpêçkirinan jî "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya parlementerên HDP'î di roja 5'emîn de didome. Rêxistinên ked û pîşeyî "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê nirxandin.
Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Şeyhmus Gokalp, anî ziman ku Li Tirkiyeyê edaletê zirar dîtiye û wiha axivî: "Li welat heke partiya muxalefeta sereke û partiya muxalefetê ya duyemîn ji bo edaletê daketibin qadan, nexwe mirov nikare li vî welatî behsa edaletê bike."
'EM Ê JI BO PIŞTEVANIYÊ SERDANAN BIKIN'
Gokalp, diyar kir ku divê civak peyama van lêgerînên edaletê wergire. Gokapl, dest nîşan kir ku ji bo tenduristiya civakê divê têgehên wek edalet, wijdan, aştî, demokrasiyê bên peydekirin. Gokalp, anî ziman ku ew "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê biqîmet dibînin û divê hemû civak di vê nobetê de cih bigire. Gokalp, anî ziman ku hem wek Konseya Navendî ya TTB hem jî wek Şaxa Amedê ya TTB'ê hevdîtinên wan didomin û wiha got: "Dema ez çûm Amedê ji bo piştevaniyê min serdana nobeta wijdan û edaletê kir. Divê her kes beşdarî vê nobetê bibe."
‘DIVÊ NOBET BÊ XURTKIRIN'
Serokê Giştî yê Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirkiyeyê (TMMOB) Emîn Koramaz wiha got: "Hemû kesên ji vê pergalê nerazî ne divê xebatên xwe bi rê ve bibin û divê bi awayekî hevpar xebatan bikin û nobetên wijdan û edaletê xurt bikin." Koramaz, anî ziman ku heke wek meşa edaletê di Nobeta Wijdan û Edaletê de jî alayên partiyê tunebin ew ê beşdar bibin û wiha got: "TMMOB saziyeke di ser partiyan re ye. Heke wek meşa edaletê ev jî çalakiyeke bê ala be em ê tevlî wê bibin."
‘MUDAXILE NERAST E'
Koramaz, anî ziman ku mudaxileya polîsan a li hemberî nobeta wijdan û edaletê ne rast e û wiha got: "Em mudaxileya polîsan rast nabînin. Ev sekn nayê qebûl kirin. Divê gel û parlementerên ku wan hilbijartiye bên gel hev. Girtina parlementeran, 8 mehan nedadgehkirin parlementeran nayê qebûlkirin." Koramaz, vê rewşê wek rewşeke tirsnak wesifand û wiha dest nîşan kir: "Ev parçeyeke têkoşîna demokrasiyê ye. Hefteya bê em ê ji bo endamên xwe yên hatine îxrackirin biçin Amedê. Em ê di vê çarçoveyê de nobeta wijdan û edaletê jî binirxînin."
‘DIVÊ HER KES GAVEKÊ BAVÊJE'
Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyik, dest nîşan kir ku divê nobeta wijdan û edaletê bê xurtkirin. Bozgeyik, dest nîşan kir ku divê hemû kesên li edalet û demokrasiyê digerin di asteke kêmtirîn de daxwazên xwe bikin yek. Bozgeyik got ku, divê her kes li cihê ku lê ye gavekê bavêje û divê piştevaniya nobeta wijdan û edaletê ya HDP'ê bê kirin.
Bozgeyik, anî ziman ku ew mudaxileya polîsan a li hemberî nobeta wijdan û edaletê rast nabînin û wiha axivî: "Divê dewlet wekhev nêzî hemû welatiyan bibe. CHP meşeke demokratîk û aştiyane li dar xist, lê belê polîs mudaxileyî çalakiya HDP'ê dikin. Ev rewş bi awayekî zelal di Qanûna Bingehîn de hatiye diyarkirin. Lê belê dewlet dustandardiyê disepîne."
‘ÊDÎ LI QESRÊ LI EDALETÊ NAYÊ GERÎN'
Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kanî Beko, bi bîr xist ku ew beşdarî meşa edaletê ya CHP'ê jî bûne û wiha axivî: "Li welat ji karkeran bigire heta gundiyan, ji xwendekaran bigire heta emekdaran, ji 7'an heta 70'ê saliyan êdî kes li qesrê li edaletê nagere."
‘EM LI CEM HEMÛ KESÊN LI EDALETÊ DIGERIN CIH DIGIRIN'
Beko, anî ziman ku ew DÎSK li cem her kesê ku doza edaletê dikin cih digirin û wiha got: "Kî li dijî vê tarîtiya OHAL'ê û faşîzaniya KHK'an derbikeve em li cem wan in. Peywira me DÎSK'ê ye ku em beşdarî nobeta wijdan û edaletê ya HDP'ê bibin."
‘LI QESRÊN EDALETÊ BIRYARÊN SIYASÎ TÊN DAYÎN'
Beko, dest nîşan kir ku li qesrên edaletê ne biryarên adil yên siyasî tên dayîn û ji bo wan beşdarbûna vê nobetê peywireke dîrokî ye û wiha got: "Heta ku edalet, demokrasî û aştî bê welatê me, em ê bitêkoşin. Û em ê tim li cem kesên ku ji bo vê têdikoşin cih bigirin."
‘DI DAWIYA VÊ RIYÊ DE AŞTÎ Û DEMOKRASÎ HEYE'
Beko, ji bo mudaxile û dorpêçkirina polîsan a li hemberî nobeta edaletê jî wiha got: "Şermezar dikim. Di wê nobetê de parlementerên ku bi hilbijartinê hatine hilbijartin bi awayekî demokratîk û aştiyane çalakiyê li dar dixin. Êrîşa li hemberî wê nîşaneya tirsê ye." Beko, divê kes ji kesên ku ji bo demokrasiyê têdikoşin netirse û wiha got: "Li gel vê çewisandin û şidetê jî heger mirov li kuçeyan li ber xwe didin, doza edaletê dikin nexwe di dawiya vê riyê de edalet heye, aştî heye, demokrasî heye."