AMED - Wekîlên HDP'ê yên li Parka Ekîn Ceren Nobeta Edalet û Wîcdanê didomînin, di roja 5’an de bi paqijiya derdorê û sporê dest bi nobetê kirin.
Nobeta Edalet û Wîcdan a ku 10 wekîlên HDP'ê li Parka Ekîn Ceren a Navçeya Peyasê daye destpêkirin di roja 5'an de berdewam dike. Wekîlên HDP'ê yên di nobetê de serê sibê bi paqijkirina derdorê û sporê dest bi nobetê kirin. Wekîlên ku duh gelek ziyaretvan pêşwazî kirin û şeva xwe bi sohbetê derbas kirin, bi xwendina pirtûkan şev derbas kirin. Wekîlan serê sibê bi tîrêjên rojê hişyar bûn û piştî dest bi paqijiya derdorê û werzîjê kirin bi xebatkarên çapemeniyê re taştê xwarin. Li bendê ye di nava rojê de gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî wekîlan zişaret bikin û piştgiriyê bidin nobetê.