ŞIRNEX - Di ser kuştina zarokê 17 salî Hasan Nerse yê hat îdîakirin kupolîsan bi birîndarî dest û piyên wî girê dan û kuştin re 2 sal derbas bûn. Lê hêj der barê dosyayê de lêkolîn tune û kesên tev li kuştinê bûne îfadeya wan nehatiye girtin.
Li kolana Kobanê ya taxa Cûdî ya Cizîrê di 29'ê Tîrmeha 2015'an de hat diyar kirin ku Hasan Nerse yê 17 salî ji aliyê polîsan ve dest û piyên wî hatin girêdan û bi birîndarî înfaz kirin. Di hesabê polîsên tîmên taybet ên medya civakî de wêneyên Nerse yên birîndarî destê wî hatibûn kelepçekirin hatibûn belavkirin. Piştre jî hatibû înfazkirin. Ligel 2 sal di ser kuştina Nerse re derbas bû, lê heta niha der barê dosyaya Nerse de tu gavên şênber nehatiye avêtin. Heta niha Serdozgerê Komarê yê Cizîrê serî li îfadeya tu kesî nedaye û li ser kuştina Nerse tu lêkolîn nekiriye.
Dayika Hasan Nerse Makbule Nerse, diyar kir ku li gel wêneyê kurê wî di medya civakî de hatin belavkirin jî lêpirsîn nehatiye kirin û der barê dosyayê de tu gavên şênber nehatiye avêtin.
STARTA ÎNFAZAN DEST PÊ KIR
Nerse, diyar kir ku bûyera kuştina kurê wê ji bo dewletê şerm e û wiha got: "Kesên mêrantî û qehremaniya xwe li ser zarokê 17 salî bidin nişan şerma herî mezin e. Piştî kuştina kurê min li Cizîrê starta înfazan hat dayîn. Piraniya ciwanên taxa me an hatin kuştin an jî avêtin girtîgehê. Yên sax man jî neçar man biçin warên din. Li her kolanê bîranînê kurê min û hevalên wî hene. Kurê min ji aliyê hemû taxê ve pir dihat hezkirin. Hêj zarok bû lê li ku bûyerek çê bûba diçû çareser dikir. Alîkariya her kesî dikir. Yên nehiştin em kêfxweş û amam bijîn kurê min ji nava me girtin û kuştin. Lê di her têkoşinê de bedelek heye. Em bi tekoşina xwe bi rûmet û serbilind in.