HATAY - Xebatkarê Çewlîga Demirler (Reyhanli A.Ş), diyar kir ku li vîllayên çewligê komên bi çek ên bi rih û şaşik lê dimînin. Xebatkar, anî ziman ku şîrket di demek nêzîk de li Hatayê bû şîrketa herî zêde qezenc dike.
Nûçeyên nûçegîhanê me dîhaberê Erdoğan Alayumat ên piştî nivisand û hat binçavkirin ji ber ku di bin çavan de bû nehatibû weşandin. Nûçeyên wî yên nehatine weşandin em dê bişewînin.
Nûçegihanê me dîhaberê Erdoğan Alayumat, ji ber demek dirêj li ser sînorê hateyê nûçe çêkir û geşedanên li wir pêş dikevin bi raya giştî re parve kir. Alayumat ji ber nûçeyên çêkir hat binçavkirin û piştî 15 rojan di bin çavan de ma, di 27'ê Tîrmehê de hat girtin û şandin Girtîgeha Hatayê. Heyeta dadgehê bi îdîaya "Belgeyên dewletê yên diviya bû veşartî bimînin aşkere kirine" biryara girtinê dan.
Nûçeyên Erdogan Alayumat ên bi ser navê "Jina penaber a wek hewiyê hat firotin: Ji li Sûriyeyê li bazara koleyan, li Tirkiyeyê li kampan tên firotin", "Li sînorê Hatay, Efrîn û Dîlokê amadekariyên êrîşa li hemberî Efrînê hatin lezandin", "Çeteyên Fuhûşê li AFAD'ê kamp ava kirin!" , " Ji Qaterê ber bi Cerablûsê çi tên veguhastin?", "Bi TIR'ên qaseyên wan mohrkirî ber bi Cerablûsê çi tên veguhastin?", "Li sînorê Kilîs û Qarqamişê wesayîtên bê plake cirîdan davêjin" û "Vîlayên li ser sînor êvarî bêdeng in, bi şev biçek in!" di dihaberê de hatin weşandin wekî sirrê dewletê hatin nişandan.
Em nûçeya nûçegîhanê xwe Alayumat a 2’yemîn a bi ser navê “Çewlika Komên çekdar" diweşînin.
ŞÎRKET LOJÎSTÎK Û ÇEKAN JI KOMÊN RADÎKAL RE TEMÎN DIKE
Navçeya Reyhanli ya Hatayê piştî şerê li Sûriye dest pê kir bû qad û barageha komên çekdar. Çewlîk û fabrîqeyên li vir hatin avakirin bêtir ji komên çekdar re alikariya çek û lojîstîkê kirin. Yek ji van Çewlîgan jî Şîrketa Reyhanli A.Ş. a bi navê Demirler Çiftligi ye. Şîrketa Demirler herî zêde bi alîkariya lojîstîk û çekan a ji komên radîkal re dişîne navdar e. Hat îdîakirin ku li ser sînor di hefteyên dawî de li Cewliga Demîrler ku wekîlê AKP'ê yê Hatayê Fevzi Şanverdî jî şirîkê wê ye rêveberên komên radîkal ên El Nusra û Ehrar El Şam li vir dibin pêvan.
ŞÎRKETA HERÎ ZÊDE LI HATAYÊ QEZENÇ DIKE ÇEWLÎKA DEMÎRLER E
Yek ji şîrket û çewlikên ku li ser sînor hatine avakirin, pişti şerê li Sûriye dest pê kir ya herî zêde qezenç kir Şîrketa Reyhanlı A.Ş, a Demîrler e. Hem rayedarên MÎT'ê û hem jî rayedarên midûriyeta polîsan karên tarî li vir meşand. Ji derve çewlîk wekî kişlaya leşkerî tê dîtin. Çewlîka ku heta 6 sal berê wekî qada sewalgeriyê dihat xebitandin piştî şer li vir bazirganiya çek û sewqiyata lojîstîkê dest pê kir.
DI NAVA ÇEWLÎKÊ DE VÎLLA 3 QAT HAT AVAKIRIN
Di salên dawî de di nava Çewlîkê de mizgeft, market, qadên jiyana komî hatin avakirin. Şîrketê zeviyên der û dora xwe krîn û di nava çewlikê de vîllayên 3 qat hatin avakirin. Hat diyar kirin ku reveberên El Nusra û Ehrar El Şam hatin li van vîllayan bi cih bûn. Welatiyên li derdora çewlikê dijîn, diyar kirin ku çewlîka ku beriya 3 salan bêdeng bû, di 3 salên dawî de liv û tevger gelek zêde bû. Li vir êdî maşîne hatin firotin û rêveberên rêxistinê li vir bûn mêvan. Hat diyar kirin ku maşîneyên sipî şandin Bajarên Îdlibê ku niha OSO lê serdest e. Hat diyar kirin ku şîrketê ji ber bazirganiya maşîneyan bi milyon dolaran pere qezenç kir. Dîsa ji ber ku ji komên çekdar re çek û lojîstîk sewq kir gelek qezenç kir. Şêniyên der û dora çewlîkê destnîşan kirin ku rêveberên komên çekdar ên li herêma Îdlibê tên li vir dibin mêvan û li vir dijîn. Welatiyên der dorê anîn ziman ku berê sewqîyata çekan dihat kirin, lê di demên dawî de sewqîyat rawestiya ye û li çewlîkê mirovên bi rih û şaşik li van vîllayan dijîn.
XEBATKARÊ ÇEWLÎKÊ: KESÊN TÊN VIR ENDAMÊ RÊXISTÊ NE
Xebatkarê paqijiya Çewlikê ku nexwest naê xwe bide diyar kir ku piraniya kesên tên li vir dimînin rêveberên rêxistinên çekdar in û wiha got: "Kesên tên vir kesên bi rih û şaşik in. Rêveberên jor ên komên çekdar û komên radîkal in. Hen ji bajarên cuda yên Tirkiye tên û hem jî ji devre tên. Dema derdikevin derve jî bi maşîneyên zirxî derdikevin derve. Bi roj zêde dernakevin derve. Bêtir di nava xwe de bi erebî di axivin.
XEBATKAR NIKARIN BI TELEFONAN TÊKVIN HUNDIR
Xebatkarê Çewlikê, anî ziman ku bêtir kesên ji Sûriye li vir dimînin û bi şev li hev kom dibin û sohbet dikin. Xebatkar bibir xist ku dem dem kesên nû jî tên û wiha got: "Yên ji derve tê qedexe ye ku wênekêş, telefon û amûrên elektronik têxe hundir. Çend meh berê xebatkar bi telefonê ket hundir. Dema ferq kirin ew derxistin der ve bû birin qereqolê.
Kesên wan derbasî çewlîkê dikin jî wan di lêgerînek hûr re derbas dikin.
24 saetan li dora vîllayan nobetê digirin û vîla bi kamerayan tên şopandin.
Erdogan Alayumat - dihaber