STENBOL - Rojnamegeran girtina rojnameger Erdogan Alayumat ê ji ber nûçeyên xwe yên bi hinceta "Sirrê dewletê aşkere kirine" şermezar kirin. Rojnamegeran diyar kirin ku divê tu sirra dewletê ya ji gel veşêre tune be.
Nûçegihanê me dîhaberê Erdogan Alayumat ku li Îslahiyeyê hatibû binçavkirin, ji ber nûçeyên ku çêkirine bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Sirên dewletê daxuyandine" piştî 15 rojan di bin çavan de ma, di 27'ê Tîrmehê de hat girtin. Dadgehê bi îdîaya Alayumat bi nûçeyên xwe 'sirên dewletê' aşkere kirine der barê Erdogan de biryara girtinê da. Nûçeyên Erdogan Alayumat ên bi ser navê "Jina penaber a wek hewiyê hat firotin: Ji li Sûriyeyê li bazara koleyan, li Tirkiyeyê li kampan tên firotin", "Li sînorê Hatay, Efrîn û Dîlokê amadekariyên êrîşa li hemberî Efrînê hatin lezandin", "Çeteyên Fuhûşê li AFAD'ê kamp ava kirin!" , " Ji Qaterê ber bi Cerablûsê çi tên veguhastin?", "Bi TIR'ên qaseyên wan mohrkirî ber bi Cerablûsê çi tên veguhastin?", "Li sînorê Kilîs û Qarqamişê wesayîtên bê plake cirîdan davêjin" û "Vîlayên li ser sînor êvarî bêdeng in, bi şev biçek in!" di dihaberê de hatin weşandin.
Rojnamegeran girtina Alayumat şermezar kirin û diyar kirin ku divê dewlet tiştekî ji gel veneşêre.
MAVîOGLU: YÊN HEQÎQETÊ DINIVÎSIN DIBIN HEDEFA DEWLETÊ
Rojnameger Ertugrul Mavîoglu diyar kir ku li Tirkiye yên rojnamegeriyê dikin û heqîqetê dinivîsin dibin hedefa dewlet û îktîdarê û wiha got: "Di çavê îktîdar û dewletê de hemû rojnameger ajan û teroris in. Îktidarê împaratoriya tirsê ava kiriye û dixwaze her kes li gorî wê binivîse. Wer difikire ku ev împaratorî dê herdem bidome. Ji bo îktîdara xwe bi sedan rojname û malperên înternetê girtin. Dixwazin bi tirsê hebûna xwe berdewam bikin."
Mavîoglu, anî ziman ku wan çawa 12'ê Îlonê derbas kir dê vê darbeyê jî ji ser xwe bavêjin.
GURSEL: DARASÊ SERXWEBÛNA XWE WİNDA KIR
Rojnameger Levent Gursel jî diyar kir ku li Tirkiye edalet û hiqûq nemaye û wiha got: "Li Tirkiye darazê serxwebûna xwe winda kiriye. Ger ku serxwebûna darazê hebûya diviya bû ji ber sirrê dewletê rojnameger nehatiye girtin. Dozger idianameyên bê kok amade dikin. Bi qasî rol û misyonên rojnamegeran nizanibin cahîl û nezan in. Tirkiye êdî hevsengiya xwe winda kiriye. Divê berî her tiştî em li vî welatî edalet û hiqûqê ava bikin."
'ÎKTÎDAR TESLÎMÎ TIRSE BÛYE'
Gursel, destnîşan kir ku îktîdar bi taybetî tehamûlî nûçeyên der barê komên li Sûriye tehamul nake û wiha berdewam kir: "Em dizanin ku îktîdarê bi polîtîkayên Sûriye welat xistin çi halî. Ji ber ku êdî civakê ev polîtîka dîtin bêzar dibin. Îktîdar teslîmî tirsê bûye ji bo hebûna xwe tirsê zêde dikin. Naxwazin kes eyneyê bide hemberi wan û şaşiyên xwe bibînin. Ji bo pêşerojek ronî rojnameger di bin talukeyê dene. Îktîdar her ku diçe ji demokrasiyê û edaletê dûr dikeve."
YARKADAŞ: SIRRA KU DEWLET JI GEL VEŞÊRE TUNE YE
Rojnameger û wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş, jî bertek nîşanî girtina rojnamegeran da û diyar kir ku tu sirrê ku dewlet ji gel veşêre tune ye. Yarkadaş, destnîşan kir ku rol û misyona sereke ya rojnameger agahiyên di destê xwe de bi gel re parve bike ye û wiha got: "Enis Berberoglu bi parvekirinên belgeyên TIR'ên MİT'ê hat tawanbarkirin û girtin. Rojnameger ne mecbûrin sirrê dewletê veşêrin. Divê tu rojnameger ji ber karê xwe neyên darizandin û neyên girtin.