DÎLOK - 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê 39 bersûcên ji DAIŞ’ê girtî dihatin darisandin serbest berdan.
5'emîn rûniştina doza 39 bersûcên ji doza DAÎŞ'ê girtî dihatin darizandin li 8'emin Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê hat dîtin. Heyeta dadgehê 39 bersûcên doza DAÎŞ'ê serbest berdan. Di rûniştina dozê de hevjîna Yunus Durmaz Nesibê Dûrmaz û parêzerên wan amade bûn. Yunus Durmaz wekî plangera komkujiyên Pirsûsê û êrîşa Gara Enqere ya 10’ê Cotmehê tê zanîn û wekî ‘Mîrekê DAIŞ’ê yê Tirkiyê’ dihat binav kirin. Durmaz di 19’ê Gulana 2016’an li Şehîdkamîlê di operasyonê de xwe teqandibû. Di operasyonê de hevjîna wî hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû girtin. Di heman lêpirsînê de gelek kes bi têkildariya DAIŞ’ê hatibûn binçavkirin, di derbarê 60 kesî de dosya hatibûn amadekirin.
Di rûniştinê de bersûcên beşdarî dozê bûn parastin kirin. Piştî parastinê heyeta dadgehê biryar da ku hevjîna Yunus Durmaz Nesîbe Durmaz û 38 kes bi şertê kontrla edlî serbest bên berdan û rewşa girtîbûnê ya birayê Yunus Durmaz Hacî Alî Durmaz û 20 kesan bidome.