EFRÎN – Helîkopterên girêdayî TSK'ê yên Tirkiye sînor derbas kirin û li ser gundê Efrînê firiyan.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), hat diyar kirin ku helîkoptereke TSK'ê li esmanên gundên navçeya Raco ya Kantona Efrînê, geriya ye. Nûçegihanan diyar kirin ku helîkoptere heta saetên nîvro li ser gundên Raco firiya.