Xizmên windayan aqûbeta Mehmet Yildiz pirsin

AMED - Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 442'an de çalakiya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" berdewam kirin û aqûbeta Mehmet Yildiz ê di sala 1994'an de hat windakirin pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan, di hefteya 442'an de li şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" berdewam kirin. Di çalakiyê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, xizmên windayan û reveberên ÎHD'ê amade bûn. Xizmên windayan û endamên komîsyonê pankarta ku wêneyên windayan li ser e vekirin. Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Windayan Adnan Orhan, diyar kir ku ji bo hovîtiya li herêmê pêş dikeve ronî bikin têdikoşin û wiha got: "Em baş dizanin ku mirovên hatin windakirin çawa û ji aliyê kê ve hatin windakirin. Ji ber vê yekê em hesab dipirsin. Heta ku dewlet hesab bide û leborîna xwe ji malbatan bixwaze emê têkoşîna xwe berdewam bikin.

DAXWAZÊN WAN PÊK BÎNIN

Orhan bal kişand ser çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça û xwest daxwazên wan pêk bên û

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî diyar kir ku têkoşîna xizmên windayan lêgerîna heqîqetê ye û wiha got: "Dewlet naxwaze vê heqîqetê ronî bike. Ji ber ku berpirsiyarê vê heqîqetê dewlet e. Hişmendiya ku kurd winda kirine dê teqez winda bike. Dê teqez hesab bide. Teqez sûcê li diji mirovahiyê pêk hatiye dê ronî bibe."

AQÛBETA MEHMET YILDIZ PIRSÎN

Endame Komîsyona Windayan Hasan Yalçin, piştre aqûbeta Mehmet Yildiz ê di sala 1994’an de li navçeya Pasûrê ya Amedê hat windakirin pirsî. Yalçin, diyar kir ku Yildiz berê gelek caran rastî kontrola nasnameyê hat û rastî tundtiyê hat. Yalçin, anî ziman ku herî dawî dema Yildiz ji Amedê diçû Pasûrê rastî nokteya lêgerînê hat û di konteya leşkeran de hat binçav kirin. Yalçin, destnîşan kir ku piştî Yildiz hat binçavkirin carek din agahi jê nehat girtin.

Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.