ENQERE - Çalakiya kedkaran a "Em karê xwe paşve dixwazin" li Kolana Yukselê di roja 263'an de berdewam kir. Kedkarên xwestin li kolanê daxuyaniyê bidin rastî astengiya polîsan hat. Polîsan destûr neda daxuyaniyê bidin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Akademîsyen Nûriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça di roja 143'an de berdewam dike. Kedkarên hatin îxrackirin, li Kolana Yukselê di roja 263'an de çalakiya "Em karê xwe dixwazin" berdewam kir. Kedkarên li kolanê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin rastî astengiya polîsan hat. Polîsan destûr neda ku kedkar daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Kedkaran dîsa pankart û dowîzên xwe vekirin û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîs bûn asten û çalakger belav kirin.