STENBOL – Xebatkarên TV10’ê di hefteyae 43'emîn de çalakiya li Qada Galatasarayê berdewam kirin û xwestin televîzyona wan bê vekirin. Bernamevanê TV 10 Velî Haydar Guleç, diyar kir ku çalakiya HDP’ê ya Nobeta Wîcdan û Edaletê pir girîng e.
Xebatkarên TV10 a bi KHK'ê hat girtin, di hefteya 43'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xebatkaran di çalakiyê de pankarta “Dengê Elewiyan TV10 nayê bêdengkirin" vekirin û dowîzên “TV 10 wîcdanê elewiyan e" û “Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin rakirin. Komê bê navber silogana “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" berz kirin.
Pêşkêşvanê TV10 Veli Haydar Guleç, diyar kir ku 43 heftene ji bo damarên civakê yên hatine jêkirin dîsa vebin têdikoşin û wiha got: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amede Nobeta Wîcdan û Edaletê daye destpêkirin. Ev pir bi wate û girîng e. "
Serokê Komeleya Çanda Elewiyên Hubyar Sultan Aydın Deniz jî anî ziman ku TV10 dengê hemû elewiyan li cîhanê belav dikir û ev dengê wan hatiye qutkirin. Denîz, anî ziman ku wan ev yek li Madimak û Sivasê jî dîtin.
Çalakî bi siloganan bi dawi bû.