ENQERE- Roja berê li ser daxwaza DMME'yê Nuriye Gulmen û Semih Ozakça biribûn Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Numûne ya Enqereyê û der barê wan de rapor hatibû wergirtin. Hat hînbûn ku rapora Desteya Tenduristiyê hincet hatiye nîşandan û Gulmen û Ozakça neqlî nexweşxaneyê kirine. Tê texmînkirin ku ev neqlkirin bi darê zorê hatiye kirin.
Akademîsyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ku hati îxrackirin û ji bo vegerin ser karê xwe 263 roj berê li Kolana Yukselê ya Enqereyê dest bi çalakiyê kiribûn û ev 143 roj in jî di greva birçîbûnê de ne. Niha jî agahiyên ku amadekariyên mudaxilekirina Gulmen û Ozakça tên kirin tên.
Li gor agahiyên bi dest ketin, rapora Desteya Teduristiyê ku roja berê li ser daxwaza Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ji bo rapora tenduristiyê biribûn Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Numûne ya Enqereyê, hincet hatiye nîşandan û duh bi şev saet li dor 24.00'an Ozakça û Gulmen neqlî Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê kirine.
Têkildarî mijarê parêzerên Gulmen û Ozakça daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de ev agahî hatin parvekirin:
“Rapora Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Numûne ya Enqereyê di 28'ê Tîrmeha 2017'an de hatiye dayîn. Di beşa encamê ya raporê de tespîta '... li gor daneyên heyî talûkeyeke jiyanî dide der. Nikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike. Lê belê daneyên heyî pêdivî bi derengxistina rewşa girtinê nabîne. Li Saziyên Înfaza Cezayî ku di statuya nexweşxaneyan de ne û yekeyên wan ên tenduristiyê hene an jî di beşên fermî yên saziyên tenduristiyê ku ji bo mehkûman hatine veqetandin de dikarin bên tedawîkirin û şopandin' cih digire.
NÛRIYE Û SEMÎH MUDAXILEYÊ RED KIRIN
Li gor girtenameyên ku ji aliyê parêzerên wan ve di hevdîtina îroyîn de hatin girtin:
refeqatkar xapandine û piştî ku wan ji hucreyê derxistine, wan bi tena serê xwe hiştine û neqlkirin li wan ferzkirine. Dema referqatkarê Semîh Ozakça hay ji rewşê çêdibe, hewl dide mduaxile bike, lê belê komeke personelên înfazê bi ser wî de diçin û wî derb dikin. Semîh Ozakça, li hucereyê û li ser sediyeyê hatiye derbkirin û wî serdevkî li wesayîta neqlkirinê ya nexweşan siwar kirine. Ji ber vê êrîşê li canê wî xêzik, çirandin û ekîmoz çêbûne.
Her du jî ji xeynî serşok û tuwaletên cuda, li doeyên nexweşxaneyê yên bi mezinahiya xwe 4X5, bêyî hewadarî û bexçeyên wê hebin, pacên wê bi têl û mazgal tên ragirtin û bi tena serê xwe ne. Li gel rewşa tenduristiyê û rapora lijneyê jî hema bêje 24 saet e bêyî refqatkar in. Beyan kirine ku ew mudaxileya tibbî qebûl nakin û ew ê greva xw ebidomînin. Û ev rewş di girtenameyan de cih girtiye.
Moralên wan baş e û rewşa wan a tenduristiyê de li gor çarçoevya jorîn e û baş e. Silav û hezkirinên xwe ji bo her kesî şandin. Gotin 'Têkoşîna kar û rûmet didome, em ê dev jê bernedin.' Dê giliya hemû kirariyên derhuqûqî bê kirin û heta ku şert û merc neyên başkirin wê hemû serlêdanên edlî û îdarî bên kirin. Divê demildest Nûriye û Semîh bên berdan û vegerin ser karê xwe."