WAN - Parlementerê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim, bertek nîşanî betalkirina parlementeriya Tugba Hezer Ozturkê da û wiha got: "Dibe ku parlementeriya hevalên me hatibe betalkirin. Lê têkoşîna me, pirsgirêka me ya azadiyê û sozê serkeftinê û bidestxistina azadiyê ji bo gelê xwe daye li cihê xwe disekine."
Parlementeriya, parlementerên HDP'ê Tugba Hezer Ozturk û Faysal Sariyildiz bi hinceta "bêdewamiyê" hat betalkirin. Her wiha berê jî parlementeriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydoganê hatibû betalkirin. Têkildarî mijarê Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê û Parlementerê Wanê Nadir Yildirim axivî û wiha got: "Li dijî kurdan hîn jî plana rûxandinê didomînin. Bi tifaqa Erdogan-Bahçelî tê xwestin ku hemû destkeftiyên kurdan û nirxên wan ên civakiyî bên tunekirin. Mînaka vê ya herî dawî jî betalkirina parlementerên kurda ye, ku gel bi vîna xwe ew hilbijartibûn."
‘VÎNA GELEKÎ TUNE TÊ HESIBANDIN'
Yildirim, dest nîşan kir ku li bajaran bi sedan mirov hatine qetilkirin, qeyûm tayînî şaredariyan hatine kirin û parlementer hatine girtin. Yildirim got ku ev hemû perçeyeke plana rûxandinê ne û wiha axivî: "Paşê hevseroka me ya giştî Fîgen Yuksekdagê jî di nav de parlementeriya 4 hevalên me hat betalkirin. Vîna gelekî tune tê hesibandin."
Yildirim, bi bîr xist ku heta ku îkîtdara heyî neyê têkbirin, dê li hemberî kurdan û hêzên demokrasiyê planên tunekirinê bênavber bidomin û wiha axivî: "Divê li ser qada ku êrîşên îktîdara faşîst lê zêde bûne bê rawestandin û ew êrîş bên şikandin. Ji roja ku (5'ê Nîsana 2015'an) hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin qutkirin pêvajoyeke şerî ket dewrê. Bi vê re mekanîka darbeyê ket dewrê. Bi redkirina encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê û pêvajoya fesixkirina parlementoyê re gav bi gav pêvajoyeke faşîzmê dest pê kir. Merheleya vê ya dawî jî betalkirina parlementeriya hevalên me bû."
‘WATEYEKE RÊZIKNAMEYA HUNDURÎN NEMA'
Yildirim, anî ziman ku ji bilî berxwedan û têkoşînê tu tişt ji gelên Tirkiyeyê re nehatiye hiştin û wiha domand: "Bêguman heta roja îro jixwe ji bilî têkoşîn û berxwedanê tu şensek din tune bû. Lê belê amûr û navgînên berxwedan û têkoşînê cuda bûn. Mînak, di qada siyaseta demokratîk de bi taybetî di zemîna meclîsê de xeteke têkoşîn û muxalefetê hatibû pêşxistin. Lê belê, niha bi guherandina rêziknameya hundurîn re ev jî bê wate bû. Li dijî îktîdara faşîst her cure rêbazên têkoşînê yên rewa xwe dan der."
‘SOZA KU ME JI BO GEL DABÛ HÎN JÎ LI CIHÊ XWE YE'
Yildirim, dest nîşan kir ku ji bo wan tenê wateyeke meqamên wek parlementerî, serokatiya şaredariyê û hwd. heye û wiha axivî: "Ji bo gelê me û têkoşîna me ya azadiyê derfeta xizmetê bi rêbaz û navgînên cuda berpêş dike. Ji bilî vê tu wateyek wê tune ye. Ev jî vê nîşan dide ku dibe ku parlementeriya hevalên me hatibe betalkirin, lê têkoşîna me, pirsgirêka me ya azadiyê û sozê serketinê û bidestxistinê yê me ji bo gelê xwe daye li cihê xwe disekine. Ji ber vê ji bilî têkoşîn û berxwedanê tu alternatîfeke me ya din tune ye. Têkoşîna salên 1990'î çi qas watedar û bi qîmet be, ya ku îro tê kirin jî ewqas watedar û biqîmet e. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku em rastiya dewletê ya yekparêz, redkar û komkujer derbas bikin û demokratîk bikin."