AMED - Dayikên Aştiyê ku ji bo piştevaniyê serdana "Nobeta Wijdan û Edaletê" kirin, gotin ku divê hemû kesên xwedî wijdan û doza edaletê dikin piştevaniya nobetê bikin.
Li Amedê, li Parka Ekîn Cerenê li gel hemû astengî û çewisandinan jî "Nobeta Wijdan û Edaletê" ku parlementerên HDP'î dan destpêkirin didome. Piştî hefteyeke nobetê biqede, dê nobet li Stenbolê bê domandin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ku ji bo piştevaniyê hatin parkê, ji bo tifaqî û aramiyê dua kirin.
‘DÎMENA LI VIR RÛREŞIYA DEWLETÊ YE'
Sultan Koyûn, dest nîşan kir ku niha beriya her tiştî pêdivî bi edaletê heye. Koyun, anî ziman ku hsitûneke aştiyê jî dayik in û ji bo ew daxwazên xwe yên aştî û edaletê nîşan bidin piştevaniya çalakiyê dikin. Koyun, anî ziman ku dê rojekê pêdiviya her kesî bi edaletê hebe û wiha bertek nîşanî dorpêçkirina qadê da: "Nahêlin kes serdana wan bike. Ev pêkanîn û dîmen rûreşiya dewletê ye."
‘DEMA MESELE BIBE KURD HER TIŞT QEDEXE YE'
Koyûn, ji bo piştevaniyê bang hemû kesên dibêjin ew xwedî wijdanên, daxwaza wan edalete û li welat mirinê naxwazin kir û wiha domand: "Kiliçdaroglû tam 25 rojan meşiya, lê bi tu pirsgirêkan re rû bi rû nema. Pozê kesekî jî xwînî nebû. Kesî ji wan ne pirsî ka bi ku ve dimeşin. Lê belê, dema mesele dibe kurd her tişt tê qedexekirin. Li vir 10 parlementer hene, nahêlin em biçin cem wan."
Koyûn, dest nîşan kir ku tê xwestin ku parlementer û gel ji hev bên veqetandin, lê belê kes nikare pêwendiya hestî veqetîne. Koyûn, got ku divê gel xwedî li nasnameya xwe, ziman û wekîlên xwe derkeve. Koyûn, diyar kir ku kesên li hemberî zilmê çavên xwe bigirin îmana wan netemam e û kesên vê yekê dikin dê neçin bihuştê. Koyun, dest nîşan kir ku di warê edalet û wekheviyê de divê her kes dersê ji gelê kurd bistîne û wiha got: "Em hêvîdar in ku ev çalakî bibe munasebeta jiyaneke aştiyane û wekhev. Wê mazlûm bi ser kevin."
‘HETA DILOPA DAWÎ'
Raîfe Ozbey jî dest nîşan kir ku daxwaza edaletê ya li parkê ji bo her kesî ye û meşa edaletê ya CHP'ê bi bîr xist û wiha got: "Mehekê meşiyan, bi tu astengî û qedexekirinê re rû bi rû neman. Milyon meşiyan, tu pirsgirêk derneketin. Li vir 10 parlementerên me rûdinên, lê radibin qedexe dikin."
Ozbey, anî ziman ku parlementer vîna wan in û ew vê dorpêçkirinê nas nakin û wiha got: "Em van pêkanînan qebûl nakin." Ozbey, vê feraseta qedexeker şermezar kir û got ku, ew ê heta dilopa dawî ya xwîna canê xwe jî dev ji daxwaza edaletê bernedin.