AMED - Li rûxandina malên li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê didome. Hat diyarkirin ku dê roja duşemê ceryan û ava welatiyên ku malê xwe neterikandine bê qutkirin.
Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê, di bin navê veguherîna bajêr de yeko yeko mal tên rûxandin. Her wiha welatiyên malên xwe naterikînin jî bi çewisandin û zextan re rû bi rû dimînin. Li her du taxên ku rûxandin lê didome, berê ceryan û av hatibû birîn, lê belê li ser bertekan ceryan û av dubare hatibûn girêdan. Lê belê niha dîsa bi heman pêkanînan gef li niştecihên taxan tên xwarin. Tê diyarkirin dê roja duşemê bi biryara walîtiyê dubare av û ceryana welatiyan bê birîn.
‘RAHÊJIN PEREYÊN XWE Û DERKEVIN'
Li gel Kuçeya Înce, Kuçeya Kuzu, Kuçeya Çeşmeyê niha dest bi rûxandina xeraca şaredariyê ya berê jî hat kirin. Li gor gotinên niştecihên taxê, hatiye diyarkirin ku dê roja duşemê dubare ava wan bê qutkirin. Her wiha hat derpêşkirin ku tim bi telefonê li welatiyên ku li taxên biryara rûxandina wan hatiye dayîn tê gerîn û wiha tê gotin: "Pereyê we hatiye razandin. Pereyên xwe ji bankayê wergirin û ji malan derkevin."
Her wiha ji esanfên ku ji ber rûxandinê hema bêje tu karî nakin, ji aliyê polîsan ve tim tên tacîzkirin. Hat hînbûn ku dema roj diçe ava polîsên taybet ku dewriye digerin ji esnafên dikanên wan vekirî re wiha dibêjin: "Ji bo çi heta vê saetê dikana te vekiriye?"