MÊRSÎN – Girdiyên serdema darbeya 1980'an li dijî daxwaza yek tîp cilên girtîgehê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev feraset nayê qebûlkirin. Mexdûrên darbeya 80'î xwest her kes bi yek ruhî û yek fikrê li dijî van pêkanînan di ber xwe bide.
Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan di civînê rojên borî de qala yek tip cilên girtiyan kir û daxwaz kir girtî yek reng cilan li xwe bikin. Daxwaza Erdogan, pêkanînên 1'ê Çileya 1984’an ên piştî darbeya leşkerî anî hiş û aqilên mirovan. Mexdûrê darbeya 1980'an Îbrahim Bilen û Ahmet Şeremet, bal kişand ser têkoşîna li Zindana Amedê ya Hêjmar 5'an.
‘JI BO GIRTIYAN BIHILÎNIN HEMÛ RÊBAZ CERIBANDIN
Yek mexdûrê piştî darbeya 1980'an Ahmet Şeremet e. Şeremet di tebaxa 1980'an de bi îdîaya endamê PKK'ê ye hat girtin û şanin ZindanaAmedê ya Hêjmar 5. Ahmet Şeremet, diyar kir ku pêkaninên Zindana Amedê hovîtiya herî mezin bû û wê demê bi wê îşkenceyê xwest ku rûmet û kesayetiya wan ji destê wan bigire. Şeremet, anî ziman ku wê demê jî pêşeng, nivîskar, siyasetmedar û rewşenbir hatin girtin û xwest civakê perçe bike û kesayetiya mirovan ji destê wan bigire û wiha got: "Wê demê gelek kesên şoreşger li dijî vê zilmê di ber xwe da û jiyana xwe ji dest da. Ev hovitî û bê rûmetî bi berxwedanê hat şikandin.
ME CILÊN YEK TÎP LI XWE NEKIR ME ŞEWITAND
Şeremet, ani ziman ku di 5'ê Çileya 1984'an de ji girtiyan hat xwestin ku cilên yek tîp li xwe bikin û wiha got: “Beriya bi cilên yek reng û yek tîp bikin cilên cilen reş şîn û lacivert anîn girtîgehê. Ewil ev cil li girtiyên edlî kirin. Piştre xwestin van cilan li me bikin. Lê me ev cil şewitand û me li xwe nekir. Me ew pêkanîn qebûl nekir. Me di bir xwe de û em bi ser ketin.
‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ VÊ PÊKANÎNÊ DI BER XWE BIDE'
Şeremet, destnişan kir ku pêkanînên bi vî rengî li dijî mafê mirovan e û berxwedana li dijî vê yekê jî mirovî û wîcdanî ye. Divê her kes li dijî ve yeke bi yek ruh û bi yek fikrê di ber xwe bide.
Îbrahim Bîlen ê di sala 1980'an de 10 salan li Zindana Amedê ya Hêjmar 5 ma jî anî ziman ku we demê bi tundî, îşkence û zilmê cilên yek reng encam negirt, niha jî dê encam negire. Bilen, anî ziman ku piştî zilmê û cilên yek tîpê li zindanê çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê dest pê kir û ji ber ku li dijî vê pergalê derketin nêzî 6 mehan di hucreyêde hatin hiştin. Divê her kes li dijî vê yekê di ber xwe bide.