Nobeta Wîcdan û Edaletê di roja 6'an de didome

AMED - Nobeta Wicdan û Edaletê ku wekîlên HDP’ê li Parka Ekîn Ceren dabû destpêkirin di roja 6'an de berdewam dike.

Nobeta Wîcdan û Edaletê 10 wekilên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ya bi hişyariya "Em ranawestin, em rawestînin, Em faşîzmê rawestînin" dabû destpêkirin di roja 6'an deberdewam dike. Nobeta li Parka Ekîn Ceren di 25'ê Tîrmehê de dest pê kir serê sibê bi paqijiya derdorê, spor û xwarina taşte dest pê kir. Wekilên di nobetê bi şev geşedanen di nava hefteyê de niqaş kirin. Serê sibê jî piştî taşte rojname û qunciknivis xwendin.

Dê îro Baroya Amedê nobetê ziyaret bike.