STENBOL - Hunermendan ji bo Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Stenbolê di 1'yekê texabê de li Parka Yogurtçu pêk bê banga tevlêbûnê kirin.
Nobeta Wicdan û Edaletê ya ku HDP'ê dest pê kiriye, piştî li Amedê bi dawî bibe dê di 1'ê Tebaxê de li Stenbolê dest pê bike. Hunermendên NÇM'ê bang li tevlêbûna çalakiyê kirin û xwest her kes li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê kom bibin û tev li çalakiye bibin. Hunermenden NÇM'ê bang li gel kirin û xwestin tev li çalakiye bibin. Hunermendên NÇM'ê Mervan Tan, xwest hemû kesên şoreşger û demokratîk ji bo edalet û wicdan tev li çalakiye bibin.
Hunermendê NÇM'ê Deniz Esmer, jî ani ziman u ew ji çanda berxwedanê tên û wiha got: "Em gelê ku ji çanda berxwedanê tên. Em di pêvajoya ku wîcdan û edalet riziya ne de. Em nikarin van geşedanan temaşe bikin. Em bibin yek û li dijî faşîzme derkevin. Em têkoşînê li kolanan bi dest bixin.
Endamê NÇM'ê Weysi Ermiş jî anî ziman ku hikûmet dixwaze bi tirsê her tiştî têxe kontrola xwe û xwest her kes di çalakiyê de bertekên xwe yên demokratîk nîşan bide u tev li Nobeta Wîcdan û Edaletê bibe.