STENBOL – Xebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê yên 9 mehan girtî man û hatin berdan diyar kirin ku rojnamegerî ne sûc e û yên Rojnamegeriyê suc dibînin nikarin demokrasiyê bînin Tirkiye. Parêzerê Rojnameya Cumhuriyetê Bulent Utku, diyar kir ku tenê sûcê hevalên wan xebatên rojnamegeriyê ye. Rojnameger Hakan Kara jî anî ziman ku rojnamegerî ne sûc e û yên rojnamegeriyê sûc dibînin nikarin demokrasiyê bînin Tirkiye yê.
Ji xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê 7 rojnameger piştî 9 mehan girtî man di rûniştina yekem de serbest hatin berdan. Rojnamegerên hatin berdan diyar kirin ku rojnamegerî ne sûc e û yên sûc dibinin nikarin demokrasiyê bînin Tirkiye. Parêzerê rojnameya Cumhuriyetê Bulent Utku û nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Hakan Kara, diyar kirin ku divê bi tu awayî rojnameger neyên girtin.
UTKU: DELÎL NÛÇE NE
Parêzerê Rojnameya Cumhuriyetê Bulent Utku, anî ziman ku ji diroka komarê heta niha rojnamegeriyê dikin û ji ber rojnamegeriya muxalif dikin, Di girtina 9 mehan de tune bû. Delîl anî ziman ku tenê delîl nûçeyên wan in û wiha got: "Hemû roportaj, xebatên rojnamegeriyê kirine delîl. Ev operasyona li dijî rojnameya Cumhuriyetê dixwazin li Tirkiye rojnamegeriyê tune bikin.
TENÊ SÛCÊ HEVALÊN ME ROJNAMEGERÎ YE
Utku, anî ziman ku Akın Atalay, Kadrî Gursel, Ahmet Şik û Murat Sabuncu ji ber xebatên rojnamegeriyê nehatin berdan û wiha got: "Ji ber ku hevalên me xebatên rojnamegeriyê dikin nehatin berdan. Em dipirsin çima Ahmet Şık, Kadri Gursel, Murat Sabuncu, Akın Atalay hêj girtî ne. Tenê sûcê hevalên me rojnamegerî ye. Ji ber ku ronamegerî kirine girtî tên darizandin. Em hevî dikin ku di rûniştina 11'ê îlonê de hevalên me bigêjin azadiya xwe."
KARA: XWESTIN PEYAMÊ BIDIN HEMÛ MEDYA
Niviskarê Rojnameyê Hakan Kara jî anî ziman ku li şûna Xelata Nobel a Alternatif bidin wan, ew şandin Girtîgeha Silivrî û wiha got: "Bi operasyona li dijî Cumhuriyetê xwestin peyamê bidin hemû medyayê. Xwestin hemû medyayê bêdeng bikin. Feraseta ku xebatên rojnamegeriyê wekî sûc dibîne nikare demokrasî û edaletê bîne Tirkiyeyê. Tu dozger nikare polîtîkayên weşana rojnameyekê diyar bike. Ev ne karê dozger e. Ev karê rojnameger e. Polîtîkaya weşanê rojname bi xwe diyar dike. Ger ku hikûmet û dozger diyar bike ev kareki faşîzane ye."