KOCAELÎ - Li Kocaeliyê kamyona barê xîzê li dolmişa karkeran qeliband û 10 karkerên di dolmîşê de birîndar kirin.
Li navçeya Korfez a Kocaeliyê, kamyona barê xîzê li ser rêya D-100 li dolmîşa karkeran qeliband. Di qezayê de 10 karkerên di dolmîşê de birîndar bûn. Kamyona plakeya wê 41 TL 673 a Hasan Ata ajokariya wê dikir ya dolmîşa plakeya wê 41 P 3136 ya ajokariya wê Turgay Satir dikir li hev qelibîn. Di qezayê de 10 karker birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdorê. Kesên di qezayê de birîndar bûn ên navê wan hat zanîn ev in: Celal Denli, Selçuk Ozturk, Selçuk Serdar, Ceyhun Acar, Emre Kara, Kemal Kes, Emrah Keleş, Turgay Satır, Hasan Ata.