AMED – Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, bang li rayedarên ku xistina cumbuşê ya qada nobetê kirin krîz kir û wiha got: "Gelo ji ber hûn ji tembûra Demîrtaş ditirsin hûn ji cumbuşê jî ditirsin?"
Nobeta Wîcdan û Edaletê 10 wekilên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ya bi hişyariya "Em ranawestin, em rawestînin, Em faşîzmê rawestînin" dabû destpêkirin di roja 6'an deberdewam dike. Nobeta li Parka Ekîn Ceren di 25'ê Tîrmehê de dest pê kir serê sibê bi paqijiya derdorê, spor û xwarina taşte dest pê kir. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir li parkê civîna çapemeniyê pêk anî. Wekîlên HDP’ê jî berdilkên “Wîcdan û Edalet", “Em ranewestin. Em rawestînin" li ser nivîsandibûn li xwe kirin.
‘HÛN ÇIMA JI DENGÊ GEL DITIRSIN'
Di civîna çapemeniyê de Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr axivî û ji Amedê Demirtaş, Yuksekdag, rojnamegerên girtî û hemû siyasetmedarên girtî tev silav kir. Baydemîr, diyar kir ku ji 10 roj berê bêtir bi hevî ne û wiha got: "Em bi hêvî û kêfxweş in. Ji ber ku dengê wicdan li her derê belav dibe. Dengê kesên edaletê dixwaze li her derê belav dibe. Wîcdan û edalet dê wisa mesin bibe, dê maskeya li ser faşîzmê bişkê. Tahir Elçî di dilê Amedê de hat qetilkirin. 20 meh derbas bûn, lê hêj kujerê wî tê veşartin. Hêj kujer dernexistine pêşberî dadgehê. Piştî Elçî hat qetilkirin rûpelek nû li dîroka faşîzmê hat vekirin. Ev nobeta Wîcdan û Edaletê ji bo Cizîr, Sûr, Tahir Elçî, Emel Çetin, Hakan Aslan e. Salek derbas bû lê hêj cenazeyên xwe negirtine. Yên ku ev komkujî pêk anîn dê winda bikin. Sekna HDP’ê pir zelal e. Me berê jî got ger hûn bajaran xera bikin û hûn li orta kolanan mirovan qetil bikin hûn dê winda bikin. Niha we dora parkê dorpêç kiriye. Gel dixwazin bên wekîlên xwe ziyaret bikin. Lê destûr nadin. Çima hûn ji dengê gel ditirsin. Çima hûn ji edaletê ditirsin. Tenê zext û tundî di destê we de maye. Hûn bi derew û xapandinê êdî nikarin tiştekî bi dest bixin."
YÊN TECRÎDÊ PÊŞ DIXIN AŞTIYÊ NAXWAZIN
Baydemîr îlana OHAL'ê rexne kir û wiha got: "Hûn dê OHAL'ê îlan bikin û bi KHK yan karê mirovan ji destê wan derxin. Hûn dê îktîdara xwe bi xwînê ava bikin. Hûn tê tecrîda li ser Ocalan giran bikin. Pêşxistina tecrîdê nexwestina aştiyê ye. Hûn faturaya her tiştî ji HDP’ê re derdixin. Em vê yekê qebûl nakin. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîşan dide ku dewlet aştiyê naxwaze. Em bang dikin û dibêjin zû tecrîdê rakin. Tecrîd îşkence ye. êrîşa li dijî mafên mirovan e. Em jî 6 rojên dawî di bin tecrîdê de ne. Bi Heronan li vir dişopînin. Bi awayekî zindî dişopînin. Hin weşanên medya nûçeyên derew belav dikin. Wekî wezîrê Hitler ê propagandayê Joseph Goebbels tev digerin. Em carek din bang dikin. Barîkatan rakin û astengiyên li pêş gel rakin ka em binerin çawa millet tê vir. We nûçeyên derew di Newrozê de jî nivîsandin. Lê nûçeyên derew pere nekir. Ev ne karê rojnamegeriyê ye. Ev ne huriyeta çapemeniyê ye. Em dixwazin çapemenî azad û rast binivîse. Em naxwazin tu rojnameger bên girtin.
EM NASEKININ EM DÊ FAŞÎZMÊ RAWESTÎNIN
Baydemîr, desnîşan kir ku heta niha faşîzm têk bir berxwedan bû û wiha got: "Ne hikûmeta Erdogan faşîzm îcat kir û ne jî me têkoşîna li dijî faşîzmê îcat kir. Heta niha rêveberiyên faşîzmê Franco, Saddam winda kirin. Bi berxwedana dijberan rêveberiyên faşîzmê winda kir. Em jî dê li dijî faşîzmê di ber xwe bidin û winda bikin. Îro teblîgat ji gundê Şemika û Gola Gulê yên Şemraxê re dişînin û dixwazin vala bikin. Dixwazin fosforê ji wir derxin. Dixwazin gundê 300 mal û hezar kes lê dijîn vala bikin. Ev li dijî sinc û wîcdan e."
HÛN ÇIMA JI CUMBUŞÊ DITIRSIN?
Baydemîr ani ziman ku hemû alavên li vir li ser wekilan hatiye zimmetkirin û wiha got: "Ev li ser Nobeta Wîcdan û Edaletê zimetkiriye. Ya harî zêde krîz derxist û tecrîd kûr kir, cumbuş e. Cumbuşê krîzek pir mezin çêkir. Em fam dikin ku hûn ji edaletê ditirsin û qeyûm tayîn dikin. Hûn çima ji cumbuşê ditirsin. Hûn ji tembûra Demirtaş ditirsin, lê hûn çima ji cumbuşê ditirsin. Êdî tu canê me yên em bidin axê tune ye. Teqez û teqez em dê bi ser bikevin. Em bang li Erdogan dikin û dibêjin derkeve û lêborîna xwe ji gel bixwaze. Ji Demirtaş lêborînê bixwaze. êdî bes di şer de isar bike. Heta niha kes bi şer bi ser neketiye. Dawiya vî şerî tune.
Em çalakiya xwe li vir bi dawî nakin. Em dê ala çalakiyê dewrî Stenbolê bikin. Gelê Stenbolê dê dengê wîcdan bilind bike û belav bike. Ji wir jî dê dengê wîcdan li îzmir û Wanê belav bibe."