ENQERE - Parêzera Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên şevê din bi zorê ew rakirin nexweşxaneyê diyar kir ku Gulmen bi çarçefa doşekê û Ozakça jî bi qayişe rakirine nexweşxaneyê. Prz. Ebrû Tîmtîk, anî ziman ku bi lêdanê û zorê ew rakirine nexweşxaneyê.
Çalakiya Nûriye Gulmen û Semih Ozakça di roja 144'an de berdewam dike. Akademîsyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ku hatin îxrackirin û ji bo vegerin ser karê xwe 264 roj berê li Kolana Yukselê ya Enqereyê dest bi çalakiyê kiribûn, rayedarên girtîgehê mudaxaleyî Gulmen û Ozakça kirin û ew bi zorê rakirin nexweşxaneyê. Nûriye û Ozakça niha li Nexweşxaneya Kampusa Înfazê ya Sincanê tên rawestandin. Parêzera Nûriye Gulmen û Semih Ozakça Ebru Timtik, diyar kir ku Nuriye û Semih bi zorê û lêdanê birine nexweşxaneyê.
Prz. Tîmtîk, diyar kir ku Gulmen bi çarçefa doşekê û Ozakça jî bi qayişe rakirine nexweşxaneyê. Prz. Ebrû Tîmtîk, anî ziman ku bi lêdanê û zorê ew rakirine nexweşxaneyê. Timtik, ani ziman ku wan girtek girtine û dê serî li rayedaran bidin û serledana sûc bikin.
Tîmtik, anî ziman ku şert u mercen wan ên li girtigehê pir xerab e û ji hev cuda ten girtin. Tîmtîk, da zanin ku tenê refaqetvanên wan li cem wan dimînin û di 1 rojên dawî de tu kes li cem wan namîne. Timtik, da zanîn ku Gulmen û Ozakça tu mudaxaleyê qebûl nakin û piştî wan vegerinin girtîgehê dê dîsa çalakiya xwe berdewam bikin.