AMED - Baroya Amedê bertek nîşanî astengiya Walîtiyê ya ziyareta Nobeta Wîcdan û Edaletê da. Rêveberiya Baroyê diyar kir ku ji bo ziyareta çalakiyek demokratîk jî neçarî muzakereyan dihêlin û ev nayê qebûl kirin.
Baroya Amedê çalakiya Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku di 25'ê Tîrmehê de li Parka Ekîn Ceren dabû destpêkirin ziyaret kir. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û heyeta pêre hatin Parka Ekîn Ceren û xwestin çalakgeran ziyaret bikin. Lê ji ber Walîtiya Amedê tenê kotaya 4 kesan a ziyaretê anî Rêveberiya Baroyê rastî astengiyê hatin. Parêzeran diyar kirin ku cihekî parêzer nikaribin têkevê tune ye û bertek nişanî biryara walîtiyê dan. Piştî niqaya 15 deqîqeyan ji Baroya Amedê tenê 8 parêzer karibûn têkevin hundirê parkê.
ÇALAKÎ DI HEMAN DEMÊ DE JI BO RONIRINA KUŞTINA TAHIR ELÇÎ YE
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir heyeta baroyê li pişt bariyên polîsan pêşwazî kir û diyar kir ku di lêgerin û têkoşîna heq, hiqûq û edaletê de Baroya Amedê xwedî ciheki taybet e û wiha got: "Çalakiya me di heman demê de ji bo ronîkirina kuştina cinayetê Tahir Elçî ye. Di ser kuştina Tahir Elçî re 20 meh derbas bûn. Lê hêj kujer ronî nebûne. Heta kuştina Elçî ronî bibe û kujer ben darizandin dê çalakiya me ya Wîcdan û Edaletê bidome.
Ev park kirine Girtîgeha Ewlehiya Bilind a servekirî. 24 saetan xistin bin dorpêçê. Ya ku ji bo me tê kirin dijminantiya hiqûqê ye. Lê em qet bê deng nabin. Heta ku em faşizmê rakin emê tê bikoşin.
EM WEKÎ BARO LI PIŞT WE NE
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî anî ziman ku weki baroyê piştgiriye didin Nobetê.