COLEMÊRG - Li 4 gundên Şemzînanê qedexeya derketina kolanan hat ilan kirin.
Walîtiya Colemêrgê daxuyaniyek da û diyar kir ku li 4 gundên Şemzînanê yên Colemêrgê ji ber operasyonên leşkerî ji saet 17.00'an û şûnde qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Walîtiyê diyar kir ku li gundên Şepetan, Çatalca, Erdemli û Guvenli yên girêdayê navçeyê Şemzînanê hatin qedexekirin. Sînorên ketin û derketina gundan ji hatin qedexekirin.