'Me Cizîr ji bîr nekir em edalete dixwazin'

AMED - Malbatên ji Roboskê, Cizîr, Sîlopya derketin rê û hatin di Nobeta Wîcdan û Edaletê de wekîlên HDP'e ziyaret kirin, diyar kirin ku ew ji bo Cizîr Sîlopî û Roboskê edalete dixwazin û wan Cizîr ji bîr nekiriye. Hevsera Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç Zeynep Tunç, diyar kir ku heta ew edaletê bi dest bixin tê têbikoşin.

Malbatên li Sîlopya, Cizîr û Roboskiyê xizên wan hatin kuştin, hatin Amedê û li Parka Ekîn Ceren di roja 6'an de Nobeta Wîcdan û Edaletê ku 10 wekîlên HDP’ê daye destpekirin ziyaret kirin. Dayika siyasetmedara kurd Pakize Nayir a li Sîlopiya hat kuştin Behiye Nayır, Hevsera Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê di jêrzemînê de hat kuştin Zeynep Tunç, Hevseroken DBP û HDP'ê yen Şirnexê hatin Amedê û wekîlên di Nobeta Wîcdan û Edalatêde ziyaret kir. Malbatên ku ji Şirnexê ketin rêya Amedê û rastî gelek astengiyên polîsan hatin tevî hemû astengiyan xwe gîhandin Amedê. Malbatên ku hatin li dervê parkê hatin rawestandin û tenê li ser navê heyetê 4 kes wekî nûnerê komê xistin hundir. Malbatan diyar kirin ku li gel ew qas astengî û dijwariyan tenê ji bo edaletê hatine û dê heta dawî tekoşîna edaletê bidin.

‘HÛN NEXWAZIN JÎ DÊ EDALET BI SER BIKEVE'

Dayika Pakize Nayir Behiye Nayir, diyar kir ku ew dê ji bo edaletê di ber xwe bidin û wiha got: "Em dê di ber xwe bidin her baş bin û em dê bi têkoşîna xwe edaletê binin ser vê axê. Ew edaletê naxwazin. Lê em edaletê dixwazin. Ji Cizîr, Sîlopya û Roboskê tevî hemû astengiyan em ji bo edaletê hatin. Ev dorpêça dewletê nîşan dide ku çiqas ji me û edaletê ditirse. Zarokên me ne terorîst in. Tenê sûcê me kurdbûna me ye. Her kes çawa mafê xwe dixwaze em jî mafê nasnameya xwe dixwazin. Bi yek milet û yek alê nabe. Ew tirk bin em ji kurd in. Li vî welatî ereb, fars, kurd, tirk ermenî hene. Em aştî û edaletê dixwazin. Hûn bixwazin û nexwazin dê rojekê edalet bê ser vê axê."

‘EM NE MECBÛRIN LI GORÎ ERDOGAN BIJÎN'

Hevsera Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç Zeynep Tunç jî diyar kir ku heta ew edaletê bi dest bixin tê têbikoşin û wiha got: "Em bi dilê xwe hatin vir. Ji bo êşa me dîtiye kesekî din nebîne em hatin vir. Me her dem aştî û edalet xwest. Hevserê min aşti nedît û çû. Ez dê her dem ji bo aştî û edaletê têbikoşim. Em ne mecbûrin li gorî daxwazên Erdogan bijîn. Em dê heta dawî mafê xwe û nirxên xwe biparêzin."

‘BILA HER KES JI BO EDALETÊ TÊBIKOŞE'

Tunç, anî ziman ku tiştên li Mehmet Tunç û gelê Cizîrê hat kirin ji bir nekiriye û xwest her kes ji bo tiştên li Cizîrê hat kirin û ji bo edaletê têbikoşe. Tunç, xwest her kes ji bo edalet li ser vê axê geş bibe tebikoşe.