STENBOL - Nivîskar û rojnameger Metîn Yegîn biryara FARC’ê ku di 1'ê Îlonê de tev li pêvajoya siyasê bibe nirxand û wiha got: "Ger ku îro Dewleta Komara Tirkiye pêvajoya çareseriyê domandibûya, dê di nava welatên Rojhilata Navîn de welatê herî zêde bi hêz bûya. Lê hikûmetê ev firsend ji destan revand.
Hikûmeta Kolombiya û Hêzên Çekdar ên Şoreşger (FARC) piştî 50 salan şer kirin û nêzî 200 hezar mirov di şer de mirin, di sala 2016'an de li paytextê Kuba Havanayê dest bi peymanê kirin û piştî demek dirêj peyman bi encam kirin. FARC'ê piştî bi hikûmeta Kolombiya re peymana aştiyê îmze kirin, biryar girtin ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de dest ji çekan berde û bi awayekî çalak tev li siyasetê bibe. Nav û rêziknameya partiya ku FARC’ ava bike jî hêj zelal nebûye. Nivîskar û rojnameger Metîn Yegîn yê ku demek dirêj Amarîkaya Latîn maye û lêkolîn kiriye hewldana FARC’ê nirxand.
Yegin, diyar kir ku ger Dewleta Komara Tirkiye peymana aştiyê îmze kiribûya îro dê di Rojhilata Navîn de welatê herî bi hêz û herî bi hurmetdar bûya.
Yegîn, anî ziman ku FARC hem li Kolombiya û hem jî di nava welatên cîhanê de rêxistina herî mezin û herî bi hêz e. Yegîn bal kişand ser pêvajoya 52 salan a şer û pêvajoya muzakereyan û wiha got: “Piştî muzakereya 4 salan, peymana aştiyê di mijdara 2016’an de hat îmzekirin. Piştî vê peymanê pêvajoya aştiyê hat destpekirin."
Yegîn, anî ziman ku di encama muzakereyên di navbera Hikumeta Kolombiya û FARC'ê ya li Havana hat îmzekirin de dewletê soz da ku 3 milyon hektar zeviyên axê li welatiyan parve bike. Yegîn, destnîşan kir ku FARC li hemberi vê sazê 6 mehên di pêvajoya muzakereyan de diyar kir ku dê çekan berde û bi awayekî legal tev li pêvajoya siyaseta demokratîk bibe û wiha got: "6 meh piştî muzakereyan çek hatin teslîmkirin. Lê piştre pêvajoyek bi jan pêş ket."
Yegîn, bibîrxist ku FARC’ê di pêvavajoya muzakereyan a 4 salan de bi dehan caran agirbest îlan kir. Bi biryar bûn ku çi bibe bila bibe dê ji ser maseyê ra nebin. Ji ser maseyê ranebûn û aştî îmze kirin. Piştre ev peymana aştiyê birin referandumê. Lê dawiya dawî dîsa di referandumê de hat redkirin. Sedema redkirinê jî tevlîbûna referandûmê ya ji sedî 37 bû.
Ne tenê tevgerek gerîlla hebû. Gelek tevgerên gerîlla hebûn. Hêzên Paramiliter hebûn. Çeteyên ku tundî dixwestin hebûn. Dîsa mafya hebûn. Ji ber vê yekê fikra ku aştî bi tevgêra gerîlla re pêk neyê serdest bû. Ji ber vê yekê tevlêbûna referandumê hindik bû. Lê ya diyarker ne referandum bû. Ji ber ku ev peymanek navneteweyi bû. Di encame de peyman hat îmzekirin û çek hatin berdan.
FARC DÊ TÊKEVE PARLAMENTOYÊ
Yegîn da zanîn ku yek ji xalê peymanê ewe ku têkoyina di qada politik deye û piştî vê peymanê dê bi awayekî zagonî xebaten siyasetê bimeşîne. Yegin, anî ziman ku li Kolombiya qada siyasî pir teng e û wiha got: "FARC tevî her tiştî peyman qebûl kir. Dîsa xalek din partiya FARC'ê çiqas deng bistîne bila bistîne piştî kotayekê dê derbasî meclisê bibe. Dê bi qasî kotayekê FARC di parlamentoyê de cihê xwe bigire. Tevgerek gerilla ku tekeve meclîsê ne hesan e.
Li Kolompiya gelek partiyên şer dikin hene. Ev hezen paramiliter hêj çekdar in û mirovan direvînin. Dîsa çend gerîllayên FARCê yên berê hatin kuştin. Li gel van yekan gelo FARC dê karibe di nava van pirsgirêkan de têkoşîna siyaseta demokratîk bimeşîne."
GER DEWLET SOZA XWE PÊK NÎNE...
Yegin, bal kişand ser îhtîmalên din jî û wiha berdewam kir: "Dibe ku hêzên paramiliter êrîşan pêk bînin. Hêzên ku nêzî partiyên rastgirin dikarin tevlihevî û aloziyan derxin. Li ser vê peymanê komîsyon hat avakirin. Komîsyonên hatin avakirin dê çavdêriyê û navbenkariyê bikin. Neteweyên Yekbûyî hene. Di pêvajoyek wisa de dibe ku êrîş pêk bên. Dibe hêzên bixwazin aloz bikin derkevin. Hêzên bixwazin tekoşîna FARC’ê ya siyasî rawestînin û pêvajoyê xera bikin dibe ku derkevin. FARC dê di nava pêvajoyek pir dijwar de tekoşîna siyaseta demokratîk bimeşîne. Ger ku dewlet jî soza xwe pêk nîne de hilbijartinek pir bi niqaş pêk pêk bê.
GER TIRKIYE PEYMANA AŞTIYÊ ÎMZE KIRIBÛYA...
Yegîn anî ziman ku ger Erdogan kongreya FARC’ê dîtibûya û coşa peymana aştiyê dîtibûya dê pêvajoya aştiyê xera nekiribûya û wiha got: "Ger ku îro Dewleta Komara Tirkiye pêvajoya çareseriyê domandibûya, dê di nava welatên Rojhilata Navîn de welatê herî zêde bi hêz bûya. Lê hikûmetê ev firsend ji destan revand"
RÊXISTINKIRINA AŞTIYÊ JI YA ŞER DIJWARTIR E
Yegîn herî dawî anî ziman ku çalakiya herî şoreşger û polîtîk parastin û rêxistinkirina aştiyê ye û wiha got: "Rêxistinkirina aştiyê ji rêxistinkirina şer bêtir zortir e.
Sadiye Eser - dihaber