Zanîngeha Pamukkale li xwendekarên mezun jî lêpirsîn vekir

DENÎZLÎ - Zanîngeha Pamukkale (PAU) li 6 xwendekarên ku hêj zanîngehê dixwînin û xwendekarên ku mezûn bûne lêpirsîn vekir.

Rektoriya Zanîngeha Pamukkale ya Denîzlî (PAU) li 6 xwendekarên ku hêj zanîngehê dixwînin û xwendekarên mezûn bûne bi îdîaya "Di nava rêxistinbûna PKK/KCK, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) de cih girtiye lêpirsîn vekir.

Xwendekarê PAU F.U ku sala par mezun bû, diyar kir ku li gel mezûn bûne û tevli tu çalakiyan nebûne jî rastî lêpirsînê tên û bi dîplomayê rastî gefan tên. F.U. ani ziman ku li gel mezun bûne jî hêj rektoriyê dîploma nedaye wan û bi vî rengî gefan li wan dixwe. F.U., anî ziman ku ev nîşan dide ku rejîma qesrê û rektoriyê nefesa dawî dide û li ber têkçûnê ye.

Xwendekarê bi navê S.G. ku ji zanîngehê hatiye dûrxistin jî anî ziman ku rektdorê zanîngehê û midûriyeta polîsan bi hevre dixebitin û dixwazin bi vî rengî xwendekaran di bin kontrola xwe de bigirin û wiha got: "Salek e ez ji zanîngehê hatime dûrxistin û naçim zanîngehê. Ev lêpirsîn ji ku derket û tê çi wateyê. Ez tu wateyê nadim vê lêpirsînê. OHAL'ê ji bo xwe wekî firsendê dibînin û yek bi yek lêpirsînê li xwendekaran vedikin. Dixwazin li gorî xwe ciwanên ji bo Tirkiye rojên reş ava dikin pêş bixin. Em dê vê lîstika rektoriyê û hikûmetê bi tevgera xwe ya demokratîk xera bikin. Em destûr nadin li zanîngehê tevgera paşverû pêş bikeve."