REQQA - Kurê Hevserokê Kantona Cizîrê Ebdulkerim Saruxan Kendal Qamişlo, li Reqqa di operasyona "Cenga Mezin" de şer dike. Kendal Qamişlo, diyar kir ku ev şoreşa gelan e û wiha got: "Ne girîng e em serok, wezîr û rayedar bin. Her kes wek hev in."
Operasyona Cenga Mezin a li Reqqa di roja 55'an de berdewam dike. Heta niha Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji sedî 50 (neviyê bajar) Reqqa ji destê DAÎŞ'ê azad kir. Bi hezaran sivîl ji destê DAÎŞ'ê azad kirin. Şer li eniya rova û rojhilat bi dijwarî didome. Şervanên QSD'ê taxên rizgar kirin mal bi mal kontrol dike û dixe ewlehiyê. Şervanên QSD'ê heta niha qadên ji bo DAİŞ’ê stratejik tev paqij û azad kirin. Ji Bakurê Sûriye gelek şervan tên tev li şervanên QSD'ê dibin û di azadkirina Reqqa de cihê xwe digirin. Yek ji şervanê li Reqqa şer dike jî kurê Hevserokê Kantona Cizîrê Ebdulkerim Saruxan Kendal Qamişlo ye. Kamişlo, li Reqqa di operasyona "Cenga Mezin" de şer dike.
HEMÛ MALBAT DI BERXWEDANÊ DE NE
Qamişlo, li taxa Deriyê ya Rojavayê Reqqa şer dike. Qamişlo heta niha di operasyonên Hol, Şedadê, Minbic û Tabqa de li dijî DAÎŞ'ê şer kir. Qamişlo, ku niha li Reqqa li dijî DAÎŞ'ê şer dike bi malbatî di nava berxwedanê dene. Niha Kendal Qamişlo li Reqqa û birayê wî jî li qadek din li dijî DAÎŞ'ê şer dike. Bavê Kendal Hevserokê Kantona Cizîrê ye û dayika wî jî di saziyek din a alîkariyê de rêveber e. Kendal Qamişlo, diyar kir ku ev şoreşa gelan e û wiha got: "Ne girîng e em serok, wezîr û rayedar bin. Her kes wek hev in."
EV ŞOREŞA ŞEREVÊ YE
Qamişlo, anî ziman ku şoreşa Rojava, şoreşa şeref û rûmetê ye û wiha got: "Dema DAÎŞ'ê nû li Rojava dest bi êrîşan kir û gihiştin sînorê Qamişlo, em bêdeng neman. Her kes li gorî hêz û şertên xwe li dijî faşîzma DAİŞ'ê şer kirin.
Qamişlo, destnian kir ku her kes li dijî DAîŞ'e şer kir û bi wî rengî axa xwe û rûmeta xwe parastin û wiha got: "DAÎŞ'ê tenê êrîşî Kobanê nekirin. Xwestin hemû destkeftiyên Şoreşa Rojava têk bibin. Xwestin hemû Rojava bi dest bixin. Lê ji bo em vê yekê asteng bikin me di ber xwe da û me destûr neda bigêjin armanca xwe. Em wekî malbatî di nava şoreşê de cih digirin."
DI TABQA DE BIRÎNDAR BÛ LI REQŞA ŞER DIKE
Qamişlo, anî ziman ku di şerê Tabqa de birîndar bû û çawa birîna wî sax bû bi lez û bez berê xwe da şerê Reqqayê û niha li Reqqa şer dike. Qamişlo, anî ziman ku wan li gelek bajaran gel ji zilma DAİŞ’ê rizgar kir û wiha axivî: "Niha em Reqqa rizgar dikin. Em gelê Reqqa ji zilma DAÎŞ'ê xelas dikin. Heta niha me bi hezaran gelê Reqqa ji destê DAÎŞ'ê azad kir. Hem ew û hem em bi vê yekê pir kêfxweş in. Gelê Rojava ji bo tola xwe ji DAÎŞ'e hilîne û ji bo şoreşê li ser piyan e. Gelê Rojava ji bo tola xwe û hesap ji DAÎŞ'e bipirsin şer dikin. Li tu welatê cîhanê zarokên wezîr û serokan di nava şer de cih nagire. Lê li Rojava ne wisa ye. Wezîr û rayedar ji yên din ne cudatir in. Di feraset û hişmendiya me de tiştekekî wisa tune ye. Her kes yek e. Her kes ji bo şoreşê têdikoşe."
Nazım Daştan - dihaber