Xwişk û birayê Ocalan: Em ji rewşa Ocalan bi fikar in

RIHA - Xwişk û birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma û Mehmet Ocalan, bal kişandin tecrida li ser Ocalan û pêkanînên li Îmraliyê û diyar kirin ku ew ji rewşa Ocalan bi fikar in. Mehmet Ocalan fikarên xwe wina anî ziman: "Em nizanin birayê min dijî an najî. Divê demildest deriyên Îmraliyê vebin. Ji ber ku mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."

Ji 27'ê Tîrmeha 2011’an û heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Ji 5'ê Nîsana 2015’an heta niha heyet nikarin biçin Îmraliyê. Ji 11'ê îlona 2016’an heta niha jî malbat nikarin biçin Îmraliyê. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 6 salin nikare bi parêzeran re, 5 salin nikare bi heyetan re û salek e nikare bi malbatê re hevditin bike, hemû serlêdanên parêzeran ên hefteyî û daxwazên malbatan ên ziyaretan tê red kirin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê li ser Ocalan tê meşandin û wiha got: "Her dem bi hinceita “muxalefeta hewayê", "xerabûna kosterê" û “OHAL“ serlêdanên me tên redkirin. Ev hincet ne rast in. Baweriya tu kesî bi van hincetan nayê.
Ji ber ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û pêvajoya şer dest pê kir, tecrîdê jî dest pê kir. Ji bo xwîn raweste, pêvajoya çareseriyê dîsa dest pê bike û aştî pêş bikeve divê hevdîtin û diyalog dîsa dest pê bike. Rola birayê min Ocalan di çareserî û aştiyê de wekî kîlîtê ye. Herî dawî min di 11'ê Îlonê de hevdîtin kir. Wê demê birayê min Ocalan got 'Projeyên me hene. Ger ku dewlet bixwaze ez dikarim di nava 6 mehan de çraeser bikim.' Lê ne dewletê û ne jî hikûmetê guh neda banga Ocalan. Divê dewlet û hikûmet banga birayê min Ocalan li ber çavan bigire û ev xwîn raweste."

‘DIJÎ AN NAJÎ EM NIZANIN'

Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku piştî hevdîtina 11'ê Îlona 2016'an û şûnde êdî bi tu awayî agahiyê ji Ocalan nagirin û niha dijî an najî agahiya wan jê tune ye. Mehmet Ocalan, anî ziman ku ji wê rojê heta niha li Îmraliyê çi dibe ew nizanin û wiha got: "Em bi tu awayî agahiyê ji Ocalan nagirin. Niha hin partiyên siyasî û medya diyar dikin ku bi Îmraliyê re hevdîtn pêk tê. Ev ne raste. Bi tu awayî bi Îmraliyê re hevdîtin çênabin. Bi tu awayî agahiya me ji Ocalan tune ye. Niha dijî an najî jî em nizanin. Mafê malbatê û parêzeran ê zagonî heye. Lê dewlet û hikûmetê ev mafê me yê zagonî jî ji destê me girtiye. Em dixwazin demek berî demekê vî mafê me yê zagonî bide me û em hevdîtinan bikin."

'EM BI FIKAR IN'

Acalan, destnîşan kir ku birayê wî Ocalan ne tenê ji bo gelê Tirkiye, ji bo gelê Rojhilata Navîn rolek mezin dilîze û wiha berdewam kir: "Biroyê min di rola çareseriyê de rola sereke dilîze. Di çareseriyê de wekî kilîtê ye. Niha Rojhilata navîn bûye gola xwînê û kaosê. Ji bo pirsgirêka kurd di rêya demokratîk. Em bi fikar in. Ji ber vê yekê divê bi lezgîn hevdîtin bên kirin. Ocalan xwedî hêze ku xwîna li Tirkiye û Rojhilata Navîn diherike rawestîne. Mifteya çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiye Îmralî ye."

'FÊDA TECRÎDÊ JI TU KESÎ RE TUNE YE'

Ocalan, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan fêdeyê nade tu kesî û xwest her kes ji bo bi Ocalan re hevdîtin pêk bîne her kes rol û mîsyona xwe pêk bîne û wiha got: "Hevdîtina bi Ocalan re mafê me ye. Lê em ji vî mafê xwe bêpar dimînin. Di serî de gelê Tirkiye, divê her kes ji bo vê yekê di nava hewldanan de be. Riya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe."

‘BILA DERIYÊ ÎMRALİYÊ VEBIN

Ocalan bal kişand ser pêvajoya 2013'an û pêngava çareseriya rêyên demokratîk a pirsgirêka kurd û wiha got: "Wê demê ez jî bi Ocalan re axivîm û me hevdîtin kir. Digot ev pirsgirêka 200 salan e. Di got em dê hewl bidin çareser bikin. Ji bo pirsgirêk bi riya çareseriya demokratîk pêş bikeve her dem di nava hewldanan de ye. Deklarasyona çareseriyê ya Newrozê ji aliyê milyonan ve hat qebûlkirin. Bi milyonan hevî dikir ku pirsgirêk bi riya aştî û demokrasiyê çareser bibe. Di hevditna 2016'an de jî digot ji aliyê me de pêvajo nehatiye qedandin û dîsa xwest hikûmet û dewlet gavan bavêje û projeyên xwe amade bike. Pirsgirêka kurd bi riya xwînê û tundiyê çareser nabe."

‘GEL DIXWAZE XWÎN RAWESTE'

Mehmet Ocalan da zanîn ku tecrîd tu pirsgirêkan çareser nake û wiha got: "Gel dixwaze xwîn raweste. Hikûmet dikare heyetê bibe Îmraliyê û hevditin bike. Mafê girtiyan û hikumxwaran ên hevdîtinê heye. Ger ku heta niha hevdîtina niha pirsgirêk çareser bûbûya. Ew qas xwîn nediriya. Ew qas mirov nedihatin kuştin. Ew qas bajar xera nedibûn."

FATMA OCALAN: GER HEVDÎTIN BIBÛYA

Xwişka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan jî diyar kir ku ew ji bo riyaê xwe pir bi fikar e û wiha got: "Her ku ez diçûm hevdîtinê digot 'Her ciwanek jiyana xwe ji dest dide ez pir aciz dibim. Tu carî naxwaze dilopek xwîn jî birije. Ger ku hevditin pêk hatibûya ew qas ciwan nedihatin kuştin. Her dem digot 'Ez ji bo aştî û başiyê têdikoşim'. Em dixwazin dîsa hevdîtin bên kirin û pirsgirêk çareser bibe."

Haci Yusuf Topaloglu - dihaber