Ekolojist dê ji bo parastina xwezayê li Parka Yogurtçu bin

STENBOL - HDP pişti Amedê di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê Nobeta Wîcdan û Edaletê berdewam dike. Ekolojistan diyar kirin ku ji bo parastina ekolojiyê dê piştgiriyê bidin Nobeta HDP'ê. Ekolojîstan diyar kirin ku ne tenê ji bo jiyana xwe, ji bo xweza, bajar, Sûr û Stenbolê jî edaletê dixwazin.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Ekin Ceren di 25'ê Tîrmehê de da destpêkirin û îro bi dawî dibe, di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Stenbolê berdewam dike. Gelek beşên civakê yên li Stenbolê dijîn diyar kirin ku dê piştgiriyê bidin. Siyasetmedar, hunermend, nivîskar û saziyên jinan, sendîkavan û odeyên pîşeyî diyar kirin ku dê piştgiriyê bidin û tev li nobetê bibin. Rêxistinên Ekolojiyê jî piştgiriya xwe anîn ziman û diyar kirin ku tê tev li çalakiya nobetê bibin.

Endama Parastina Valîdebag Figen Kuçuksezer, diyar kir ku ew de di nobeta HDP’ê de cih bigirin û wiha got: "Piştgiriya me da Meşa Edaletê em dê bidin Nobeta Wîcdan û Edaletê ji. Em dê di nobeta 1'ê Tebaxê ku li Parka Yogurtçu pêk bê de cih bigirin."

'CALAKIYEK DI CIH DE YE'

Endamê Parastina Daristanên Bakur Emin Turan jî anî ziman ku Nobeta Wîcdan û Edaletê gavek di cih de ye û wiha got: Ji ber ku êdî parlamento erka xwe winda kiriye divê lêgerîna mafan li kolanan pêş bikeve. HDP'ê li kolan û parkan dest bi lêgerina mafan kir. Di nava gel de li çareseriyê digere. Ji ber ku rêyên lêgerîna mafan nemaye ev çalakî di cih de ye."

‘XWEZA JÎ LI EDALETÊ DIGERE

Turan anî ziman ku tekoşîna parastina ekolojiyê êdî ne wekî berê ye û wiha got: "Komên sermayedar ên AKP piştgiriyê dide wan êdî hemû xwezayê talan dikin û wêran dikin. Pira 3yemîn. Balefireha Sêyemîn Rêyên bejayî hemû daristan talan kirin. Ji ber vê yekê wîcdan û edalet ji bo xweza û derdorê jî muhîm e. Em derdorparêz û ekolojîst jî dê dengê xwe bilind bikin. Ev ne tenê pirsgirêka partî, rêxistin û komekê ye. Ya hemû kesan e. Edalet êdî ji bo her kesî divê. "

Endamê PArastina Bajar a Stenbolê Çagdaş Ozturk ji anî ziman ku çalakiya HDP'ê pir girîng e û legerîna edaletê êdî ne tenê ji bo parastiya jiyana wan e û wiha got: "Di hema ndemê de ji bo parastina bajarvanî, xweza, Stenbol û Sûrê jî lazim e."