Ji partiyên siyasî piştgiriya nobetê: Azadî li kolanan pêş dikeve

STENBOL Nûnerên partiyên siyasî yên li Stenbolê piştgiriya tam dan Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê û diyar kirin ku demokrasî, azadî û edalet li kolanan pêş dikeve û dê destxistin.


HDP piştî li Parka Ekîn Ceren a Amedê Nobeta Wîcdan û Edaletê pêk anî, di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Stenbolê nobetê berdewam dike. Nûnerên partiyên siyasî yên Stenbolê piştgirî dan çalakiyê û xwestin têkoşîna lêgerîna azadî demokrasî û edaletê li kolanan mezintir bikin.

TEVGERA HAZÎRANÊ: EM LI DAXWAZÊN HEV XWEDÎ DERKEVIN

Endamê Rêveberiya Tevgera Hazîranê Burak Yucel, diyar kir ku cihê zilm, bê edaletî û neheqî hebe lêgerîn û têkoşina edaletê jî heye û wiha got: Wekîlên HDP'ê girtî ne. Hem ji bo wan û hem jî ji bo siyaseta azad nobeta HDP'ê girîng e û ez piştgiriyê didim. Civakê çawa piştgirî da Meşa Edaletê divê wisa piştgiriyê bidin Nobeta HDP'ê ya Wîcdan û Edaletê jî. Divê em li daxwazên hev xwedî derkevin û xurt bikin."

PARTIYA ŞOREŞGER: PIŞTGIRIYÊ BIDIN Û MEZIN BIKIN

Serokê Giştî yê PArtiya Şoreşger (DP) Ufuk Gollu, diyar kir ku têkoşîna demokrasî û çîna bindest a hevpar dê pêş bikeve û wiha got: "Îro girîng e ku HDP, li dijî faşizmê derketiye kolanan. Divê her kes piştgiriyê bide û vê nobetê mezin bike. Ji bo demokrasî, edalet û azadiyê divê her kes li kolanan têkoşina xwe mezin bike.

SYKP: EM GIRÎNGIYÊ DIDIN KOLANAN

Hevserokê Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalist (SYKP) Ahmet Kaya, jî ani ziman ku ew li pişt çalakiyê ne û dê sibê li parkê tev li çalakiyê bibin.

Kaya, anî ziman ku qesrê meclîs bi dest xist dixwaze kolanan jî bi dest bixe û wiha got: "Ev hewldan faşism û diktatorî ye. Rêya li dijî vê yekê berxwedana li kolanan e.Ji ber vê yeke ev çalakî girîng e.

ODP: EM WEKÎ NOBETA XWE DIBÎNIN

Serokê Lijneya Serokan a Partigya Piştevaniya Azadiyê (ODP) Alper Taş jî anî ziman ku ew wekî çalakiya xwe digirin dest û piştgiriyê didin çalakiyê. Taş, anî ziman ku li her derê bê edaletî heye û bê edaletî êdî serdest bûye û xwest her kes li dijî vê yekê li kolanan dengê xwe bilind bikin.