Rojnameger Dogan: Nikarin destên me mohr bikin

MÊRDÎN - Rojnameger Zehra Dogan ku hat berdan diyar kir ku li Tirkiyeyê dixwazin rojnamegeran bi binçav kirin û girtinan terbiye bikin û wiha got: "Dibe ajansa me hatibe mohrkirin lê nikarin destên me mohr bikin."

Rojnameger Zehra Dogan ku di 23'ê Tîrmehê de li Mêrdînê bi îdîayên şahidê nepen ên "endama rêxistinê ye" û "propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû girtin di rûniştina yekemîn dozê ya li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê de hat berdan. Dogan ku piştî mehan gihişt azadiya xwe diyar kir ku ew bûye şahida êşên kesên ku zarok, hevjîn, dayîk û bavên xwe li Nisêbînê windakirine.

Dogan, anî ziman ku dixwazin gelê li vir bi tî û birçîbûnê terbiye bikin û bûyerên ku dem ali Nisêbînê nûçegihanî dikir bandor li ser wê kirine wiha vegot: "Li taxek nêzî me ciwanê bi navê Abdullah Ak hat qetilkirin. Dayîk ji bo cenazeyê kurê xwe bigire bi ala spî derket ber deriyê malê lê gule hatin berdan û dayîk mecbûr ma paşde vegere. Ji ber ku dizanî Dayîka Taybet çawa hatiye qetilkirin ne çû. Lê tiştek wisa dibe ku tîbûn her tiştî bi mirovan dide kirin. Nikare zarokê li ber serê xwe bigire lê dê jî tîbûnê bimire. Bav her roj bi vîdonê di destê xwe de li ber derî disekine. Ava bi tangan ji şaredariye dihat, li taxê ligel hemû zehmetiyan jî dihat belavkirin. Ev jî nîşan dide ku hêzên zextker ji bot e bênasname bihêle çiqas bi bêmerhametî tevdigerin."

JI BO ZAROK ROJVAN BANGA HESTIYARIYÊ

Dogan ku berxwedana gel bi kamera û pênûsa xwe radigîne wiha pêde çû: "Li ber çavên me mirov hatin qetilkirin û ji bo ez vana bi awayek baştir ragihînim ketim nava lêgerînekê. Ji ber ku piştî demekê nivîsîn û kêşan têrê nake. Min jî bi wêneyan xêzkir û di vê mijarê de baldariyek mezin di nava civakê de çêbû. Dema ez ketim girtîgehê jî şahidê nepen li wir bû. Şahid di bin îşkenceyê de îfade dabû û çi gotibû ne dihat bîra wî. Ez bi rewşek trajîkomîk re rû bi rû bûm. Dema min got ev îfadeyên be wate ne wêneyên min avêtin ber min. Çêkirina wêneyek çawa dibe sedemê 'endama rêxistinê'. Me di kawîşa ku em 52 kes têde diman de hêjamra yekem a Ozgur Gundemê 'Zîndan' a hatiye girtin derxist."


Dogan, ji bo zarokê bi navê Rojvan ê 6 mehî ku bi dayîka xwe re li girtîgehê dimîne banga hestiyariyê kir û wiha got: "Zaroka Rojvan a ku bi me re dima di şertên girtîgehê de rojên zehmet derbas dike. Ji ber hêjmara me zêde bû em mecbûr diman hertim bêhn bidin odê. Me şevê pace vekirî dihiştin. Ji ber ku sar bû Rojvan her tim dicemidî. Roja sêşemê rûniştina doza dayîka wî Leyla Eleftoz heye. Ez dixwazim bang li hemû raya giştî bikim ku di vê mijarê de bi hestiyar bin."

Dogan, balkişand ser rewşa rojnamegerên girtî û wiha domand: "Şermîn bi muhebetê dihat darizandin lê hat îspatkirin ku tu sûcê wê tune ye. Havalên ku ez navê wan nizanim, Ziya Ataman ê ku her tim me ji hev re name dinivîsand û bi sedan rojnamegerên din hêjî girtîne. Ev qas rojnamegerên girtî hene lê gelek rojname û ajansên ku vana diveşêrin û naxwazin bên dîtin hene. Yek gotin û yadin ji bîr kirin nabe rojnamegerî. Tu niyet amin nîne ku ez dest ji kevneşopiya ku Gurbetellî Ersoz û Musa Anter li paş xwe hiştine bedrim."

Dogan di dawiye de ev tişt anîn ziman: "Li Tirkiyeyê dixwazin rojnamegeran bi binçavkirin û girtinan terbiye bikin. Ger yek zextê li te dike tu bêhtir bi înat dibî û bi taybet jî jin. Wekî Vîrgînîa Woolf jî gotî 'Piştî jin dinivîsin rûyê zilam ê di eynikê de biçûk dibe' wê demê bi rastî jî rûyê wan biçûk dibe ji ber wê ev qas ditirsin. Dikarin ajansên me mohr bikin lê nikarin destên me öohr bikin. Ger tu bi girtinan kurdan terbiye bikî ew kurd hêj bi înattir derdikeve. Ne dîrok vê dibêje. Niha ji ber zanistên ku min ji jinên girtî, girtine ez niha bi zanetirim. Ez soz didim havalên xwe yên girtî ku ezê bi biryartir bixebitim."