MÊRDÎN – Qaymeqamiya Şemrexê, bi teblîgatekê gundiyên Şemika hişyar kir û xwest gund vala bikin. Qeymeqam di teblîgatê de wiha got: "Di sala 1975’an de biryara îstîmlakirina gund hatiye dayîn. Ji ber şîrketa Etî Bakirê dixwaze madenê derxe biryar hatiye dayîn ku hûn gund vala bikin."
Şirketa Etî Bakir, dixwaze li gundê Şemika yê Şemrexê kanên madenê veke. Lê ji ber welatiyên gund nerazîbûn nişan dan û diyar kirin ku ew destûr nadin, nikare madenê derxe. Ji ber welatî gundê xwe vala nekin û naxazin maden bê derxistin şîrket seri li rêbazên din da û qeymeqam xist dewrê. Piştî Rêveberên Şîrketê şevê din bi Qeymeqam re xwarin xwarin û het derengê şevê civîn pêk anîn, Qaymeqamiya Şemrexê îro tebligata ku dixwaze welati gundê xwe vala bikin ji welatiyan re şand. Qeymeqamiyê bi dîroka îro ya 31.07.2017 tebligat ji welatiyan re şand û got: “Gundê Şemrexê yê di sala 1975’an hatî îstimlakkirin, Şirketa Etî Bakir dixwaze li gund madenê derxe. Biryar hatiye dayîn ku gund bê valakirin."
Karkerên Etî Bakirê jî diyar kirin ku şevê din Qaymeqam Halît Benek li Etî Bakirê bû mêvanê şîvê û bi hevre şîv xwarin û heta saet 03.00'yê şevê li gel berpirsyaran civîya ye.
Parêzerê Baroya Amedê ku nexwest navê xwe bide û li ser daxwaza gundiyan çû gund, agahiyên hiqûqî da welatiyan. Parêzer, anî ziman ku li gorî xala 391'an a zagonê, divê qeymeqam piştî biryara îstîmlaqê hat dayîn di nava 70 rojan de biryarê bi gundiyan re parve bike û ger di nava 70 rojan de biryar bi gundiyan re parve neke, êdî nikarin bi zorê welatiyan ji malên wan derxin.
Parêzer, anî ziman ku piştî wekaletnameya gundiyan bigire dê li Dadgeha îdarê ya Şemrexê dozê li Etî Bakirê veker.
Gundiyan jî biryar dan ku kes teblîgatê îmze neke.