MÊRDÎN - Qeymeqamê gundê Şemikan Mehmet Hadî Araç, diyar kir ku Qeymeqamê ku di 2004'an de ji ber xizmeta gund ew pîroz kiriye, niha jî ji ber gundiyan xanî lê kirin wî tawanbar dike.
Şirketa Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holding 5 sal berê li Gundê Şemikan ê Navçeya Şemrexa Mêrdînê dest bi lêgerîna madenê kiribû.
Şîrketa ku niha dixwaze kanê madenê veke û heta 50 salan van kanên madenê bixebitîne, dixwaze gundî gund vala bikin û zorê li gundayan dike. Şîrketa Etî Bakirê di 10’ê tîrhemê de bi riya 2’emîn Notera Mêrdînê teglîbad ji gundiyan re şand. Şirketê ji gundiyan xwest ji bo derxistina madenê gund vala bikin. Etî Bakirê ji gundiyan xwest ku heta 31’ê tîrmehê (îro) gund vale bikin. Qaymeqamê Şemrexê Halît Benek bi parêzerên gund û Keyayê gund Mehmet Hadî Araç re di meha gulanê de li ser xebaten şîrketê civînek pêk anî. Qaymeqam Benek ji Keya Araç re got: “Gund malê dewletê ye. Ji ber te destûr daye gundî xaniyan çêkin, tu sûcdar e."
Di 4’ê cotmeha 2004’an de jî Qaymeqamê berê Samî Pinarakar, serkomiserê Şemrexê, fermandarê qereqola Şemrexê, endamên AKP’ê tevlî torena vekirina depoya avê û sontajê bûbûn û ji ber xebatên avê spasiya xwe ji Keya Araç re kiribûn.
Keya Araç, bertek nîşanî helwesta qeymeqamiyê da û anî ziman ku dê van gundiyan bi kuve bibe. Araç, diyar kir ku zar û zêç, lawir û eşyayê gundiyan dê li ku bi cih bike û xwest her kes dengê wan bibhîze û wan ji gundê wan dernexin.