Hevkariya DAÎŞ û rejîmê ya li Şedadê: Kî bireve dê bê kuştin

HESEKÊ – Rejîma Baas ku li başurê Sûriyê tiştê dixwest bidest nexist niha jî li navçeya Şedadê ya Hesekê bi hevkariya DAIŞ’ê tevlîheviyê dike. Emîrê DAIŞ’ê daxuyanî dan ku komên ji Şedadê birevin wê bên kuştin.

Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li Reqqayê bi serkeftî berdewam dike. DAIŞ ji bo vê pêşveçûnî rawestîne serî li riyên cur bi cur dide. Hat diyarkirin ku DAIŞ’ê hefteyeke di eniya navçeya Şedadê ya Hesekê di nava hewildanên êrîşan de ne. Li gor agahiyên ku ji hêla şêniyên şedadê ve tê dayîn, bi taybetî gundê Mergeda û Şedadê DAIŞ derketina sivîlan a ji malên xwe qedexe kiriye û li derdora xaniyan wesayîtên bombebarkirî danîne û mayînan çandiye.

Hat destnîşan kirin ku DAIŞ’ê ji bo balafiran şaş bike tang, wesayît û peykerên ku ji texteyan hatine çêkirin li benda qontrolê yên li dora gundê Mergeda danîne. Emîrên DAIŞ’ê yê bi navê Sacîda li Mergedayê daxuyanî daye ku tu endamên DAIŞ’ê bila xwe ji cebheya Şedadê venekişîne, yê bireve biryar hatiye girtin ku wê bêne kuştin. Emîr Sacîda, anî ziman ku dimirin jî divê di wir de bimirin.

Hat ragihandin ku Rejîma Esad ku ji bo pêşveçûna xwe ya başurê Sûriyê an go Reqayê de tiştê dixwest bidest nexist niha jî li navçeya Şedadê hevkariya DAIŞ’ê dike.

QSD'ê KOMÊN ÇEKDAR TENGAV KIRINE

Hat gotin ku hêza QSD’ê li hemberê van hewildanên DAIŞ’ê ya li cebheya Şedadê de teqwiye şandiye û ji bo parastina gel, gelek noqteyan bi teqwiyekirina şervan û çekan bi hêztir kiriye.

Erdogan Altan - dihaber