Stenbol ji Nobeta Wîcdan û Edaletê re amade ye

STENBOL - HDP, di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Kadikayo Stenbolê Nobeta Wîcdan û Edaletê dide destpêkirin. Amadekariyên ji bo nobetê temam bûn û Stenbol ji Nobetê re amade ye.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Ekin Ceren di 25'ê Tîrmehê de da dest pê kir, bi dawî bû. HDP di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê berdewam dike. Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê diyar kir ku hemû amadekariyên wan ên nobetê temam bûn û ew ji nobetê re amade ne. Rêveberên HDP'ê yên Stenbolê Unal Yusufoglu û Îlknur Guç diyar kir ku wan lêkolîn û amadekariyên dawî yên Parkê temam kirin û li bendê ne sibê bi hezaran pêşwazî bikin.

Îlknûr Guç, diyar kir ku bi şiklê ku nobedar karibin 24 saetan li parkê nobetê bigirin amadekarî kirine û li gori hemû pêdiviyên mirovan amadekarî kirine. Guç, anî ziman ku hunermend, rewşenbir, rojnaemger û siyasetmedar dê beşdarî nobetê bibini û dê êvaran şahiyên muzikê pêk bînin.

Dê KURSIYA DEMOKRASIYÊ AMADE BIKIN

Guç, anî ziman ku we dê ewlehiya gel bistînin û ji bo nobedar daxwaz û dengê xwe bilind bikin û parve bikin dê kursiyê li parkê ava bikin û her kes karibe li pê kursiyê bi axive. Guç bang li her kesan kir ku li Parka Yogurtçu tev li nobetê bibin.