MÊRDÎN – Rayedarên kampa AFAD a navçeya Mîdyata Mêrdînê, ji 50 êzîdiyên ku 2 meh berê li cem malbatên xwe bi cih bûn, xwest ku heta saet 16.00'an kampê vala bikin.
Rayedarên kampa AFAD'ê ya Midyata Mêrdînê ji 50 êzîdiyên ku li cem malbatên xwe dima, xwest ku heta saet 16.00'ê êvarê kampê terk bikin. 50 kesên ku 2 meh berê ji Herêma Şengalê ya Kurdistana Federe hatin Mîdyatê û li cem malbatên xwe bi cih bûn, ji wan xwest ku kampê vala bikin. Êzîdiyên ku tên li cem xizmên xwe û malbatên bi cih dibin, rayedar bi zorê wan ji kampê derdixe û kampê vala dikin. Rayedaran ji 50 Êzîdî xwest ku îro heta saet 16.00’an kampê terk bikin.
Êzidiyan ev helwesta rayedaran şermezar kirin û diyar kirin ku ew dixwazin bi hevre bimînin û bi hevre bijîn. Êzidîyan anîn ziman ku ew dubare perçebunê qebûl nakin û berteken xwe anîn ziman.