Polîsan di roja 265’an de dîsa êrîş kirin

ENQERE – Çalakiya kedkarên bi KHK'ê hatin îxrackirin li Kolana Yukselê di roja 265’an de berdewam kir. Polîsan disa mudaxale kir. Çalakgeran diyar kirin ku ew naxwazin bi zorê mudaxaleya tibbî li Nuriye Gulmen û Semih Ozakça bikin û xwestin li karên xwe vegerin.

Çalakiya kedkarên bi KHK'ê hatin dûrxistin a Nuriye Gulmen û Semih Ozakçe yên 145 rojin di greva birçîbûnê dene 265 roj berê li Kolana Yukselê dabû destpêkirin berdewam kir. Çalakgerên ji bo piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça li kolana Yukslê kom bûn dîsa polîsan mudaxaleyî wan kirin. Çalakger di roja 265’an de dîsa kom bûn û dîsa rastî êrîşê hatin.

Çalakgeren rastî êrîşa polîsan hatin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew dê destûr nedin mafê wan binpê bibe.