Dozger xwest Hevşaredarê Artuklu bê girtin

MÊRDÎN - Hevşaredarê Navçeya Navendî ya Artuklu Emin Irmak jî di navde 19 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyê hatin kirin. Dozger bi daxwaza girtinê 19 kes sewqî Dadgeha Sulh Ceza kirin.

Di 21'ê mijdarê de Hevşaredarê Artukluya Mêrdînê Emin Irmak jî di navde 19 kes hatibûn binçavkirin û piştî 20 rojan di bin çavan de man, sewqî dozgeriyê hatin kirin. 19 kes bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin û sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger piştî lêpirsina 19 kesan bi daxwaza iritnê sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Mêrdînê kirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û 4 endamên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) jî bi heman îdîayê hatibûn girtin.