Girtiyên ji PE'yê re name şandin rastî ceza hatin

XERPÊT - Girtiyên Girtigeha Tîpa T a Xerpêtê yên ji Parlamentoya Ewropayê re name şandin rastî cezayê dîsîplînê hatin.

Zextên li ser girtiyan didomin. Girtiyên balê dikişînin ser mafê xwe rastî tundiyê tên. Girtiyên girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê yên ji bo balê bikşînin ser binpêkirina mafan, name ji Parlamentoya Ewropayê (PE) re name şandin, rastî cezayê dîsîplînê hatin. Ji girtiyên Xerpêtê Ferhat Onkol, bi riya parêzeran diyar kir ku li Bloka B-14 a Tîpa T a Xerpêtê, girtiyên siyasî ji ber ku ji PE'yê re name şandin û bal kişandin ser rewşa xwe rastî cezayê hucreyê hatin. Onkol, anî ziman ku gelek girtî rastî cezayê dîsîplînê hatine û wiha got: "Komîsyona xwendina nameyan biryar da ku nameyan neşîne PE'yê re û der barê girtiyan de lêpirsîn da destpêkirin. Li qadên komî kamera bi cih kirine. 4 girtî sirgunî Girtîgehea tîpa F a Xerpêtê kirin. Gardiyan zorê pêk tînin û tundiyê li ser me dimeşînin."

Onkol ji parêzer xwest ku jibo zext bi dawî bibin raya giştî hestiyar tev bigere.