Ji bo kampê biterikînin 3 roj muhlet dan êzidiyan

MÊRDÎN - Rayedarên AFAD'ê ji 50 êzidiyên ku li Midyadê li cem malbatên xwe bi cih bûn xwestibûn ku îro heta saet 16.00'an kampê terk bikin. Lê belê, rayedaran 3 rojên din jî muhlet da malbatan.

Rayedaran xwestibû ku îro heta saet 16.00'an 50 êzidiyên li kampa AFAD'ê ya Midyada Mêrdînê bi cih bûne kampê biterikînin. Lê belê rayedaran 3 rojên din jî muhlet da malbatan. Rayedar wek hincet jî derpêş dikin ku di dema vekirina kampê de malbatên êzidî serlêdan nekirine.

Malbatên êzidî jî anîn ziman ku nizanin ew ê çi bikin. Êzidiyan diyar kir ku ew naxwazin malbatên wan belawela bibin û xwestin pirsgirêk bê çareserkirin.