Hevdîtinên li Kazakîztanê hatin betalkirin, Almanyayê hişyarî da

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtinên li Kazakîztanê hatin betalkirin, Almanyayê hişyarî da

Serokomar Recep Tayyip Erdogan ziyareta xwe ya îro ya ji bo Kazakîstanê betal kir. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên serokomariyê hatine girtin, Erdogan ji ber teqînên Stenbolê ziyareta xwe betal kiriye û ziyaret daye demekî pêş.

Wezareta Derve ya Almanyayê, piştî teqînan hişyariya rêwîtiya ji bo Tirkiyeyê kir. Di malpera Wezaretê de ev hişyarî hat kirin: 10'ê Kanûna 2016'an de li Stenbolê li navenda bajra du teqîn pêk hatin. Hemwelatiyên me yên li bajar bila li otel û cihên lê ne bimînin û bila ji çapemeniyê agahiyan bişopînin. Ji bîr nekin Artêşa Tirk ji 24'ê Tebaxê ve were li dijî Sûriyeyê operasyonan li dar dixe, bi tu hemwelatiyên me neçi bajarên Tirkiyeyê yên li ser sînorên Sûriye û Iraqê."