Bejahiya Licê tê bombebarankirin

AMED - Bejahiya gundê Dêrxustê yê Licê bi helîkopterên kobrayî tê bombebarankirin.

Îro saet ji 18.00'an ve bejahiya gundê Dêrxustê yê Licêya Amedê bi helîkopterên kobrayî tê bombebarankirin. Hat ragihandin ku dem bi dem helîkopter herêmê gulebaran jî dikin.

Li herêmê liv û tevgera helîkopteran didome.