WAN – Şaredarê Artemetan ê wekî Qeyûm hat tayînkirin, Plaja Gel li qada dîrokî, SÎT'ê ava kir û li warên SÎT û gorgistane, tuwalet, serşok û otopark çêkir.
Şaredarê Artemêtan ê wekî Qeyûm hat tayinkirin, li qada dîrokî û SÎTê Plaja Gel çêkir. Qeyûmê li Qada SÎT'ê otopark, tuvalet û serşok çêkir û dîrok xist bin pîyan. Goristana Artemetan ku wekî 1’emîn qada SÎT'ê hatiye îlankirin û warekî dîrokî ye. Li vir Goristana Ermeniyan û Girê Xorkomê heye. Qada dîrokî ya li gundê Xorkomê ye, Qeyûmê li vir Plaja Gel ava kir û li ser warên dîrokî û SÎT'ê jî park û tuwalet ava kir. Ji ber karê înşatê lê hat kirin hestiyên goristanê tev li der û dorê belav bûn. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Walî Murat Zorluoglu û Qeyûmê Şaredariya Artemêtan Atif Çiçekli di 24'ê Tîrmehê de dest bi çêkirina Plaja Gel kirin û warên dîrokî talan kirin. Medya hawiz jî bi ser navê “Vir ne Antalya ye, Wan e" nuçe belav kiribû.
Qada SÎT'ê ku niha plaj lê hat avakirin di sala 1984'an de Zaningeha Ege, Muzeya Wanê, Navenda Lêkolînên Dîrokî ya Wanê, li vir bi awayekî hevpar dest bi kolandinê kiribûn. Gundê Xorkomê yê Beriya Zayinê (BZ) 3 hezar sal berê wekî wargeha jiyanê bû, niha qeyûm li ser wê plaj ava kir û goristan kir park. Li lêkolinê de 24 gorên aydî Urartuyan hatibû dîtin.
Şêniyê Xorkomê yê 65 salî Vahdettin Koçgurbuz, diyar kir ku vir berê gundekî dîrokî yê aydî ermeniyan bû niha li ser koka wî rûniştin û li ser goristanê tuwalet ava kirin.
Koçgurbuz, destnîşan kir ku vir gundekî dîrokî ye û divê bê parastin, lê qeyûm qir Plaj û heqaretek mezin lê kirin.
LI QADA SÎTÊ TULET Û PARK AVA KIRIN
Welatî Abdulkerim Onat ji anî zima ku li qada SÎT'ê tuwalet û otopark ava kirin û wiha got: "Vir goristan e. Di vê goristanê de hestiyên ermeniyan heye. Li ser hestçiyan cihê şahiyê nayê avakirin. Cihê ku plaj lê tê avakirin Yekem qada SÎT'ê ye. Divê ev kes li hemberî vê yekê bêdeng nemînin."